Berî Temuza 2012’an ku bajarên Rojava ji aliyê gel ve bên kontrol kirin, gelek jinan nedikarîn ji malên xwe jî derbikevin. Lê bi şoreşê re bi awayekî zû jinan li hemû qadan xwe bi rêxistin kirin û di nava 2 salên derbasbûyî de mora xwe danîn bin gelek tiştan. Jinê di warê ewlekarî, perwerde, çand, aborî û qadên civakî de cihekî berfireh girtin.
Jinê di qada leşkerî de jî di bin baskê YPG’ê de, YPJ vegerand artêşekî xweser. Di heman de ev hebûna xwe ya di nava polîs û asayîşa Rojava de jî bi awayekî lez zêde kir.
Berî mehekê polîsên jin ên trafîkê dest bi erka xwe kirin. Ji polîsên jin, Dîlar Hûseyîn wiha got: “Şoreşa Rojava di jinê de şoreşek mezin afirand. Polîsên jin cara yekem ji bo polîsê trafikê serlêdan kirin. Li vir wekî jin erk girtin, serbilindiyekî herî mezin e.”
Piştî dewreya perwerdeyê ya du mehan, polîsên jin bi awayekî fermî dest bi kar kirin. Polîsên jin li gelek bajar û bajarokên Kantona Cizîrê belav bûne û ji bo ewlekariya trafîkê kar dikin.
Dilara Hûseyîn da zanîn ku ev rewş ji bo wê hestekî nayê vegotin e û wiha got: “Mesele dema zilam derkeve devriyeyê, ev yek normal tê pêşwazî kirin. Yan jî dema ehliyet û nasname tên daxwazkirin, gelek normal tê dîtin. Lê hîn civak fêrnebûye jin dikare vî karî bike. Despêkê me gelek zehmetî kişand. Bi taybet me ji ajokerên zilam tu belge ne dixwest. Di cih de em rastî bertekê dihatin. Hêdî-hêdî fêr dibin. Niha em bi keyfxweşî karê xwe dikin. Civak jî vê dipejirîne.”
DÊRÎK