Li Başurê Kurdistanê û beşên din, di sedsala 20'an da gelek komkujî û trajedî bi serê Kurdan de hatin. Ya herî mezin jî komkujiya Enfalê ye. Bi hejmarên ku rêxstinên civaka sivîl û rêxstinên taybet bi lêkolîna jenosîdê, herwiha di belgeyan da hatine dîtin bi sedan hezar serbazên Artêşa Îraqê, hêzên îstixbaratê û tîmên taybet beşdarî vê tevkujiyê bûne. Dîsa bi hezaran cerdewan ji wan hejmaran 258 sercerdevanan jî pêşengî ji bo qirkirina Kurdan kirine. Di dema operasyonên Enfalê da ku bi 8 qonaxan hat pêkanîn û qonaxa herî hovane li herêma Germiyan bû. Ev tevkujî a Nîsan a sala 1988'an bi wendakirin û qikirina 182 hezar mirovê Kurd bi encam bû. 

Dr. Mahmûd Osman têkildarî mijarê wiha dibêje: "Di dema danûstandinên me bi hikûmeta Îraqê re, piştî sala 1991'ê Elî Hesen Mecîd ê pismamê Seddam Huseyîn gotiye hûn mubalexe dikin û tenê 100 hezar kes winda bûye".

Lê tevî vê mikurhatina rejîma Baas jî, dewletên cihanê yên ku çekên giran û kimyewî dane wê rejîmê hîn jî ji ber vê berpirsiyariya xwe ne hatine dadger kirin. Ji bo wendakirina hemû delîlên qirkirinê, Seddam Huseyîn û Elî Hesen Mecîd dardakirin û hemû sirên hebûn bi xwe re birin. 

Enfal birîneke ku hêna vekirî maye, ev komekujî ne tenê bi destê rejîma Baas pêkhat, cerdevanên Kurd di rêza pêşîn a pêkanîna vê komkujiyê de cihê xwe girtin. Wan alîkariya arteşa Îraqê, îstxibarat û saziyên Baasê kirin. Eger cerdevanan nebûna rejîmê nedikarî xwe bigihijînê hejmareke hevqasî mezin. Gelek gundiyan dikarîbû xwe ji tevkujiyê xelas bikin. Eger dîrok rast werê nivîsadin, divê ev rastî weke pelêkî reş di dîroka Kurdan de cih bigirê. Ji vî pelî reştir divê werê nivîsandin ku ev 258 sercerdevan ji aliyê partiyên Başurê Kurdsitanê ve tên parastin. Yek ji wan Qasim Axa dibêjê; "Ez ne tenê sucdarim, eger bi rastî dadgeheke dadmend hebe ez amademe werim pêşberî dadgehê. Lê partîyên Başurê Kurdistanê dizanin kesên wisa werin pêşberî dadgehê wê hemû sirên dema operasyonên Enfalê eşkere bikin. Ji bo wê jî çavê xwe ji wan re digrin, ne tenê çavê xwe digrin, li hin cihan erk dane wan.

Ev tenê dema rejîma Îraqê de li ser piyan bûn, lê piştî wê jî bi şerên wekalet yên ji bo dagirkerên Kurdistanê kirin bi hezaran kes hatin kuştin. Tank û topên dagirkerên Kurdistanê anîn ser axa Başur. Hîn jî pir serbazgeha rejêma Tirk li herêma di bin destê KDP'ê da bi cih bûne tevî Perlemana Herêma Kurdistanê daxwazkir ku erdê Başurê Kurdistanê terk bikin, di vê mijarê de têkildarî biryarê yek gav jî ne hatiye avêtin. 

Gelê Kurd ji dagîrkerên Kurdistan fahmdikin ku çima li hemberπi gelê Kurd xwedî siyaseta înkar û qirkirnê ye. Lê yê ji bo gelê Kurd ji trajîdiyeke sedsala 20'an mezintir ewe ku vê carê bi destê Kurd, Kurdistan tê parçe kirin. Xendeqa ku PDK li ser sinorê Rojava dikole amadekariya qirkirnêke din e. Lê vê carê qirkirineke manewî. Tiştên li ser sinor tê kirin bi ti hincetê naye qebulkirin. Yên hinekî rihê Kurdbûnê pê re hebe nikarê vê helwêstê qebûl bike. Nexasime di demeke ku derfeteke dîrokî ji bo gelê Kurd li Rojhilata navîn derketiye holê. Ma kî heye bi Şoreşa Rojava coş nebe? Dost û dijmin hesab ji vê îradeya Kurd dike. Lê PDK nikarê vê îradeyê qebul bike. Sedema wê pir aşkere hebûna projeyeke mezintir ku ew bi xwe jî parçeyekî wê ye. Çiqasî wê bi ser bikeve? Dibe ku demkurt hin destkeftiyên rojaneyî hebin ji bo PDK. Lê ew dema ku dîrok tenê bi destê desilatdaran werê nivîsandin derbas bû. Rojava dîrokê nû dinvîsê, çawa Enfal pelekî reşe û ji vê reştir trajîdiyeke ku bi destê Kurd li dij Kurdan tê kirin.