Ji sala 1974’an û vir de Eyvind Johnson û Harry Martinsonê ên swêdî xelat parvekiribû kesekî swêdî xeleta Nobelî ya wejeyê wernegirtibû. Di jiyana xwe ya edebî de wî heta nuha gelek xelat wergirtine; di nav wan de Xelata Bellmanî (1966), Xelata Augustî (1966). Di nîsana îsal de hukumeta Swêdê payeya profesoriyê dayê ji ber wê ku wî bi saya nivîskarî û şiriyeka bêhemnpa hem zimanê swêdî hem jî edebiyata dinyayê dewlemend kir. Xelata ku qîmeta wê 10 milyon kronên swêdî ye roja 10-ê çileya pêşîn (Desemberê) ê li Stockholmê li Konserthusê bê belavkirin. Kralê Swêdê ê bi merasimekê xelatên di warên cuda de li xelatgiran belav bike. Şaîrê Swêdî Transtromer xelata Nobelê wergirt.

Berhemên Tomas Transtromer:

17 dikter (17 helbest), berhevoka helbestan, 1954.
Hemligheter på vägen (Nepeniyên rêwîtiyê), berhevoka helbestan, 1958.
Den halvfärdiga himlen (Esmanê nîvcomayî), berhevoka helbestan, 1962.
Klanger och spår (Newa û şop), berhevoka helbestan, 1966.
Kvartett (Çarîn, çarnewa), 1967 (Berhevoka çar kitêbên berê).
Mörkerseende (Tarîbînî), diktsamling, 1970.
Stigar (Yên şiverêk), berhevoka helbestan, 1973.
Östersjöar(Deryayên Baltikê), berhevoka helbestan, 1974.
Sanningsbarriären (Benda Rastiyan), berhevoka helbestan, 1978.
Dikter (Helbest) 1954-78, 1979 (ji zîncîra ‘Lîrîkên Swêdî’).
PS, berhevoka helbestan, 1980.
Det vilda torget (Meydana Kovî), berhevoka helbestan, 1983.
Dikter (Helbest), 1984 (nusxa bêrîkan).
För levande oç döda (Ji bo Zindî û Miriyan), berhevoka helbestan, 1989.
Dikter (Helbest).?Ji “17 JHelbest”an heta ‘Ji bo Zindî û Miriyan’, 1990.
Minnena ser mig (Bîranîn min dibînin), 1993, xwe-biyografî, otobiografî.
Sorgegondolen (gondolên Xemgîniyê’ Kelekên Xemgîniyê), berhevoka helbestan, 1996.
Fängelse (Zindan) : helbestên ji dema girtîgeha gÊncan li Hällbyê (1959), berhevoka helbestan, 2001
Air Mail (Nameyên Hewayî). Name ji 1964–1990, nameyÊn navbera Tomas Tranströmer û Robert Bly, 2001


NAVENDA NÛÇEYAN