Derket holê ku trîgonometrî 1500 salan beriya li Yewnana Kevnar li Mezopotamyayê hatiye bipêşxistin. Li gorî ku arkeologên Awustralyayî ji tabletên ji Babîla kevin xwendî,  trîgonometriyên herî kevn ên dinyayê heta 3 hezar û 700 salî berê diçin.

Arkeologên awustralyayî lewheyên kîlê yên bi nivîsa bizmarî xwendin. Ji Zanîngeha New South Wales Prof. Norman Wildberger û Dr. Daniel Mansfield ev şiklê navê "Sêbareyên Pîsagor" lê kirine û dibêjin, ku lewhe hin serbenan dide dest me. 

Dr. Mansfield gotiye: „Lewhe ligel ku hesabê trîgronometrîk ê herî kevn ê dinyayê ye, di heman demê de hesabê trîgonometrîk ê rast e ku di serdema Babîlê de hatiye çêkirin." Her wiha ew dibêje, ev pergal ji bo pîvana, kompîtur û perwerdehiyê xwedî potansiyeleke muhîm e. Ango em bi vê yekê muhtemelen ji serdema antîk fêrî tiştekî nû bûn. Dr Mansfield dibêje, "Bêşik ev xebata matematîkî jîrekiyeke gelek mezin nîşan dide."

Prof. Wildberger jî dibêje ku ev lewhe ku aîdê serdema Babîlê ne û li bajarekî başûrê Iraqa îro hatine dîtin, herî kêm 1500 salî beriya xebatên asîmannasê Yewnan, Hipparkos in ku weke avakarê trîgonometriyê dihat dîtin.

Bi her halî di vî hesabê serdema Babîlê de hesabê şêstî hatiye bikaranîn û sedema wê muhtemelen ew e ku 60 dikare li bîstan bê dabeşkirin. Jixwe di gelek civakên berê de ne hesabê dehê, lê hesabê bîstê hebû. Ji be wê jî îro jî bi Fransî navê 80 yî 4 bîst e. Gelek kal û pîrên Kurmancîaxêv jî li şûna hesabê dihê yê bîstê bi kar dianîn û navên hejmaran ên weke çarbîst (80), sêbîst (60), çarbîstûdeh (90), sêbîstûdeh (70) jî ne kêm bû di nava gotara hesêb a van nifşên bihurî yên Kurmancîaxêvan de. 


NAVENDA NÛÇEYAN