
Lîstika şanoyê ya bi navê “Trom” li Şanoya Bajêr a Amedê bi keda Seyyar Sahne hat pêşandan. Lîstika ji metna nivîskarê fransî Roland Topor hatiye wergirtin, trajediya penaberan radixe ber çavan. Di lîstikê de hezkirin, trajedî û tenêmayîn rewşeke xemgîn derxe holê jî hezkirina ji hev du serdest e.
Şanoya Bajêr a Amedê bi xebatên xwe yên serketî di qada çand û hunerê de li gorî çand û hunerê muxalîf bi berhemên nû gelê Amedê kêfxweş dike. Piştî lîstikên şanoyê yên wekî “Dê hesab neyê dayîn” û lîstika zarokan a bi navê “Sê ezezok” pêr bi êvarê saet 19.00’an lîstika “Trom” hat pêşandan. Ji bo nivîsandina lîstikê ji meqaleya “Di binê maseyê de” ya Roland Topor sûd hatiye wergirtin. Lîstikvan li ser “Dikê xwe vedibêje” û bi hunerên şanoger jiyana kesayetî tê vegotin. Lîstikvanê bi navê Hakan Emre Unal lîstik li gorî xwe sererast kiriye û bi xwe jî dileyize, lîstika ku 80 deqeyan bê navber û bi performanseke serketî hat pêşandan, temaşevan razî kirin.
Li ser jiyana penaberan
Lîstika “Trom” a Roland Topor, li ser jiyana wî bi xwe ye, ku di meqaleya “Di binê maseyê” de behsa wê tê kirin. Lîstik, wekî mîzaha reş hatiye amadekirin, tê de jina bi navê Florence Michalon jineke wergêr e û binê maseya xwe ya xebatê, bi kirê dide kesê bi navê Dragomir. Nivîskar bi vê lîstikê dibêje, “Pêkanînên ku penaber pê re rû bi rû dimînin çawa divê neasayî bên dîtin, divê tiştên di binê maseyê de diqewimin jî neasayî bên dîtin.”
Di lîstikê de ne xwediyê malê kirêgir e, ne jî kesê penaber xwe wêderkirî hîs dike û bi vê girêdanê re, têkiliyekî mirovane xwe dide der. Di lîstikê de tenêmayînên her kesî, hezkirinên wan û xemginiyên wan bi mîzaheke reş tên pêşandan û nirxên ku globalîzmê avakirine, wekî rexneyeke cidî derdikeve pêşberî temaşevanan.
Xeyal û rastî li ser yek dikê
Lîstika “Trom” jî rastî û xeyal di nava hev du de tên hûnandin û bi enerjiyeke şanogerî lêgerîna huner û çandê tê de dewam dike.
Lîstikvan û nivîskarê lîstikê Hakan Emre Unal lîstikê bi tena serê xwe pêşkêş dike û bi performanseke serketî hem temaşevanan kêfxweş dike û hem jî xemgîn dike. Lîstika ku gotinên di nava civakê de pirr şerm tên dîtin jî di nava xwe de dihewîne, her hewldana ku lîstikvan dixwaze wan telafûz bike, hem bîhnê li lîstikvên û hem jî li temaşevanan diçikîne. Derhênerî û sererastkirina metna lîstikê Senem Donatan kiriye û bê navber 80 deqeyan dewam dike. Lîstik doh jî saet 19.00’an li Şanoya Bajêr a Amedê dîsa hat pêşandan. n MA / AMED