Cezakirinên DYE´yê li dijî Tirkiyeyê û Herika Bakur 2´yê li tila Elmanyayê jî xist. Elmanyayê li xwe qewimand, lê xwe ji bersiceke bi heman rengî jî ve da.

Cezayan tesîra xwe nîşan da û 2 şirketên Swîsrî ji çêkirina xeta lûleyên gazê ya Herika Bakur 2 vekişiyan. Elmanya DYE´yê bi êrişeke giran tohmetbar dike.

Piştî ku qanûna cezakirin û mueyîdeyên ku Tirkiye û şirketên hevkariyê bi Rûsyayê re dikin, pêr ji aliyê Trumpî ve jî hat mohrkirin, Tirkiye û Elmanyayê li xwe qewimand. Jixwe, Tirkiyeyê di dema dagirkeriya Efrîn û ya Serêkaniyê û Girê Spî de jî herî zêde pişta xwe bi Elmanyayê ve girêda. Ya rastî bi gefxwarina di ser penaberan re Elmanya ji xwe re kir dûvikekî siyasî di nava Yekîtiya Ewrûpa û NATO´yê de. Wê bawer dikir di ser Donald Trumpî re wê karibe siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî kontrol bike. Lê senatoyê ev hesab hemû xira kirin. Qanûna mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê û Rûsyayê li senatoyê hat qebûlkirin û Trump jî ew mohr kir, bi qanûnê cezakirinên giran ên CAATSA´yê - qanûneke beriya niha ku Trump bi cih neanî, wê bê bicihanîn.

Herika Bakur 2 û Elmanya

Jixwe Tirkiyeyê bi devê xwe yê ji mêj dûrî dîplomasiyê bûye, gef xwarin û gunehbariyên xwe kirin. Lê ev ê nikaribin zêde tesîrê li Trumpî bikin. Ji ber ku niha di destê seroka senatoya Emerîkî Pelosi de karteke giran li dijî komarxwazan û pê re jî Donald Trump heye: kengî bixwaze, Pelosi wê karibe mijara ezlkirinê yanî ji wezîfeyêgirtina Trumpî bibe senatoyê. Bi vê tirsê Trump wê nexwaze senatoyê bêhtir ji xwe aciz bike.    

Lê ji Tirkiyeyê bêhtir Elmanyayê li xwe qewimand. Hikûmeta federal ev mueyîdeyên li dijî Rûsyayê, xasma yên li dijî wan şirketan ku di çêkirina xeta lûleyan a bi navê Nord-Stream-2 (Herika Bakur 2) rûreş kirin. Li ser navê hikûmetê hat gotin ku Elmanya dest werdide karên navxweyî yên Elmanyayê. Lê hikûmetê xwe jê veda û got, ew ê bi heman zimanê ceza û mueyîdeyan bersivê nedin. Sefîrê DYE´yê yê li Elmanyayê Richard Grenell rexneyên hikûmeta federal red kirin û got, ev cezakirin di berjewendiyên YE´yê de ne û li Ewrûpayê gelek welat hene ku li dijî çêkirina vê xeta lûleyan in.

DYE dibêje ji bo YE´yê dikim

DYE dibêje, bi vê xeta lûleyan Ewrûpa xwe bêhtir bi Rûsyayê ve girê dide di warê enerjiyê de û di vê siyaseta hanê de jî Elmanya serî dikişîne. Wî ji rojnameya Elman Bildê re got, ev demeke dirêj e 15 welatên Ewrûpayê gazinan ji rewşê dikin û ev mueyîde jî ji ber gazin û tatêlên wan ketine dewrê.

Ev Herika Bakur 2 diviyabû sala bê bêyî ku ji Ukrayna û Lehistanê derbas bibe, gaza xwezayî ya Rûsyayê bigihanda Elmanyayê. Tesîra mueyîdeyan xwe ji niha ve da der. Du şirketên ku di çêkirina xetê de cihê xwe digirtin, ji projeyê vekişiyan ku Derya Reş û Tirkiye coxrafyaya xetê ne û dewleta Tirk jî jê karekî baş dike. Ev herdu şirketên hanê yên Swîsrî ne ku di konsorsiyûmê de cih digirin û ji tirsa ku di projeyên din ên karhênertir de cih negirin, ji projeyê vekişiyan.

Gelo ya DYE´yê wê bibe

Cîgirê serokwezîra Elmanyayê, Olaf Scholz ji bo mueyîdeyên DYE´yê got, "êriş û destwerdaneke giran" li dijî karên navxweyî yên Elmanya û YE´yê û nexasim jî li dijî serweriya wan. Dîsa jî wî xwe jê veda û got, Elmanya wê ti bersiva bi mueyîdeyan nede DYE´yê. Welê diyar e, dewleta Tirk û Elmanya di warê paldana Rûsyayê de wê yan neçar meylên xwe biguherin, yan jî ev cezakirin wê bi helwêstên li geriyana li gazê li Derya Spî û şerê li Lîbyayê dijwartir jî bibe. Jixwe li Sûriyê jî mesele ji bo her aliyî ber bi cihekî din ve diçe ku divê biryarên nû bên dayîn.

 

NAVENDA NÛÇEYAN