Piştî ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê da zanîn ku ew ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin û îdîa kir ku DAIŞ´ê hatiye têkbirin, ji welatên rojavayî yên ku endamê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ne daxuyaniyên elaqedar hatin dayîn.
Wezîrê Fransayê yê ji karên Ewrûpayê berpirsyar Jean-Yves Le Drian elaqedarî mijarê got, eskerên wan bi xwe, ji bo niha wê ji Sûriyê dernekevin. Wezîra karê derve Florence Parly jî nerazîbûn ji biryara Trump nîşan da. Hikûmeta Ingilîz jî îdîaya têkbirina DAIŞ´ê ya Trump red kir. Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Heiko Maas jî biryara Emerîkayê rexne kir.
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokê DYE´yê Donald Trump da. Parly li ser hesabê xwe yê tweeterê bersiv da daxuyaniya Trupm. Parly got, DAIŞ gelekî kawz bûye û wiha dewam kir: “Lê ne DAIŞ ji xerîtê derket ne jî koka wan hat qelandin. Divê ev rêxistina terorê, di nava axa ku lê mayî di destê wan de ji aliyê eskerî ve bê tinekirin.” Wezîrê Fransayê yê ji karên Ewrûpayê berpirsyar Jean-Yves Le Drian jî got, eskerên wan ji bo niha wê ji Sûriyê dernekevin.
Serketinan dixe tehlûkeyê
Berdevkê hikûmeta Ingilîstanê jî beramberî biryara Trump got, DAIŞ li Sûrî maye û wezîrê wê yê parastinê Tobias Ellwood jî got, “DAIŞ gelekî jî zindî ye”. Ellwood di bersiva xwe ya ji Trump re got, “Ez bi xurtî li dijî vê me. Ew veguherî formên din ên tundraw û tehlûke jî gelekî zindî ye.”
Berdevkê hikûmetê wekî din got, DAIŞ hîna tehlûkeyek e.
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heiko Maas jî diyar kir ku rast e DAIŞ lawaz bûye, lê hîna tehdîd ji holê ranebûye û wiha peyivî: “Wê encama vê biryarê zirarê bide tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û serketinên ku hatine bi destxistin dixe tehlûkeyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN