T.T, piştî ku tiştên di girtîgehê de qewimîn ji nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Ozlem Aguş re vegot, gelek caran hate girtin û li rastî zextan hat.
T.T. piştî ku ji xizmên xwe re nameyek hişt ji ortê wenda bû. T.T. di nameyê de diyar dike ku diçe çiyayên azad û weha dibêje: "Min di vî temenî de gelek êş kişandin. Dewleta tirk ji tiştên bi serê min bê berpirsiyar e. Kurd û Tirk bira ne. Lê dewleta Tirk her tim nijadperestî kir. Lê me ti carî paş ve gav neavêt û her tim têkoşiyan.
Ji ber ku me her tim daxwaza aştiyê kir û emê ji niha û pê de jî bikin. Bila Dewleta Tirk vê jibîrneke. Gelê Kurd wê dev ji vê dozê bernede. Êdî ez diçim çiyayên azad. Ezê tevlî têkoşîna gelê Kurd bibim. Wê hesabê êş û zextê ku ez di temenê piçûk de rû bi rû man wê dewleta Tirk bide. Ezê her tim serbilind bim. Bila hemû cîhan bizane. Heta azadiya Serok Apo emê têkoşîna xwe bidomînin. Ez soz didim gelê kurd û hemû gelan."

DÎHA/EDENE