Fêrgîn Melîk AYKOÇ
Her mirov çi baș çi xirab xwediyê giyanekî ye. Civaka ji van giyanan pêk tê, li gor karektera endamên civakê dibe xwediyê giyanekî. Saziyên di nava civakan de tên damezirandin jî rengê xwe ji wî giyanê civakê digire. Herwisa partî û dewlet jî li gor karektera civakê û damezrîneran giyanekî taybet werdigire. Bêgûman ev giyanên kes û saziyan rojekê jî dimirin. Lê hetanê li jiyanê be, karektera giyanê xwe zêde naguherine.
Xaka Kurdistanê bi hezaran salan e, qada șer e. Ji bo ku kes, malbat, bavik û civak bikanin li jiyana xwe, taybetiyên xwe û anora xwe xwedî derkevin. Kom bi kom, malbat bi malbat xwe bi paș ve kișandine gelî, newal, mesil û qûntarên çiyayên asê û bi wî awayî hewldane xwe biparêzin Mînak: Kardakan, Xaltan, gelên me yên li çiya û zozanan, herwisa bi sedan salane cihên wek çiyayên Zagrosan, Dêrsim Qendîlê bûne qada xwe parastinê.
Yên li deștan mane, ger ji ber neçariya jiyanê, ger jî wek Herpago ji karekterên xwe yên teslîmbûnê bi dagirkeran re ketinin têkiliyê. Vê têkiliya șaș jî komên bi giyanê ezbenî, bawerî û hêviyên xwe ne bi hêza xwe, bi hêza biyanî ve girêdane afirandiye. Mînak yazdeh serok eșîrên xwe sipartibûn serkariya Sasaniyan, yan jî Șeyx Îdrîsê Betlîsî û derdorên bi Osmaniyan re ketine têkiliyê. Di roja me de jî hevkarên dewletên dagirker xwerû jî cehștiya bi AKP ê re rasterast yan ji bi navê qașo hevalbendî girêdayî dikevin vê beșê.
Partiyên van kes û koman damezrandibin jî dișibin van kes koman. Mînak: eger serokê kom yan jî partiyekê li Elezîzê staja qamaqamtiyê kiribe, li Osmaniyê bi telaq sonda sadiqiya dewletê xwaribe û bûbe qaymeqam, ew û partiya wî ti car nikane rasterast ji xeta dewletê biqete. Dîsa eger rêveberiya partiyekê bi șahînșahê îranê, bi îstîxbarata Tirkiyê re ketibe têkiliyê, li gor daxwazên wan li hêzên welatparêzên wan beșên Kurdistanê hatibe xezebê, ti car nikane ji karektera îxanetê biqete. Jixwe ew dewletên dagirker rê jî nadin.
Dewlet jî li gor damezrandina xwe reng digirin. Mînak dewleta Elman bi zor û dîktatoriya Bismark û bi derengî bû dewlet. Ji bo hestê neteweyeke nijadperest baș bide rûniștandin dijminahiya kêmaran derxist pêș. Herwisa da bikane zûtir bibe xwediyê hin koloniyan têkiliya xwe bi serkeriyên pașverû wek Osmaniyan re danîn. Hêzên xwe li Namibyayê bi jenosîdeke li ser eșîrên reșikan da perwerdekirin. Li ser xaka me jî di komkujiya Ermenî, Suryanî û Kurdan de bi șêwirmendî ji Osmaniyan re ew kemilandin. Û ev giyan bi fașîzma Hitler re derket lûtkeya hovitiyê. Vê dewletê hê jî ew giyanê xwe yê li ser dijminahiya kêmaran rûniștiye li cih nehiștiye. Ew vî giyane xwe bi dijminahiya Kurdan ditêrîne.
Karekter û rengê dewleta Tirk dișibe ya dewleta Elman û li ser dijminahiya gelan daye rûniștin, hetanê ev giyan neyê kuștin jî, ew vê karekterê li cih nahêle. Ev giyan tim di dema aloz, mij û moranê de partî û derdorên xwedan karektera kujêr, îslamist, înkar, talanker û virker bikartîne. AKP li gor vê qirêjiya wehșetê ji aliyê dewletê ve hatiye damezrandin. Giyanê AKP’ê xwedanê karektereke wisa qirêj e, ne tenê demegog in, dîn û her cûre sextekarî, fend û fûtan bikartîne, dikane dê û bavê xwe jî bikarbîne. Partiyên bi rengekî nêzîkê vê AKP’ê be, ew jî di nava wê qirêjiyê de karekterê mirovî wenda dikin.