GULAN AVRÊL
We heval Xeyrî Serhed dîtiye û hûn wî nas dikin? Pêwîst e ku hûn wî nas bikin, heger hûn wî nas nekin, ev ê ji bo we kêmasiyek be, bila haya we jê hebe.
Gava digotin, heval Xeyrî ji dilê wan hezar heval Xeyrî derdiketin, ewqasî ji dil dihat. Gelo ew çi hezkirin bû ku di nava dilê wan de ewqasî xwe bi cih kiribû. Xeyrî Serhed gerîlayekî çawa bû ku ewqasî xwe di nava dilê hevalên xwe de bi cih kiriye?
Weke ku ji me re bibêje, heger hûn wî nas nekin û nebînin, di jiyana we de kêmasiyeke mezin hebe. Ya rastî jî wisa bû, pêwîst bû me Xeyrî Serhed nas kiriba. Ji bo ku em wî nas bikin, me berê xwe da cih û warê gerîla Serhed. Lê me ne dizanî ka em ê bi gerîlayekî qedîm ê bîstûşeş salan re werin gel hev. Ez li bendê bûm ku gerîlayekî ciwan bibînim, lê gava min gerîla Xeyrî dît, ew dem ez bi xwe keniyam. Bi kenê min re gerîla Xeyrî ji min pirsî û got; “çi bû, tu çima dikenî? Ez fikirîm, min got, ez ê çawa bibêjim min nedizanî tu ewqasî temenmezin î! Heger ez wisa bibêjim, gelo dilê wî wê bimîne? Hema gotin yekser ji ber lêvên min filitîn; na na tiştek nîne.
Gerîla Xeyrî ewqasî bi tevger bû ku mirov hema dixwest lê meyze bike. Bixwe ji Serhedê ye, bi rastî jî gava diaxivî mirov digot, hema nû ji wir derketiye. Zimanê wî hîç neguherîbû, ango weke herêma Serhedê qise dikir. Jixwe, di cihê xwe de nedisekinî, heyecan, coş, moral, kêfxweşî, rûkenî û hezkirineke gelekî mezin di dilê wî de hebû. Vê di tevahiya tevgerên wî de xwe dida der. Gava qala bûyerekê dikir, yan behsa bîranîneke xwe dikir, hema bi wan kêliyan ji nû de dijî û dihişt ku mirov jî pê re bijî. Mirov qet jê têr nedibû.
Ruhê ku di wî de ez çav pêketim, ew ruhê wî yê ku aşiqê jiyan û hevaltiyê bû, bawer nakim ku di ti ciwanî de hebe. Di her tevgereke wî de min digot, tevî temenê xwe çawa dikare? Lê gava dimeşiya, karek dikir, gotinek îfade dikir, qala bîranîneke xwe dikir, bi her tiştî ji nû ve dijiya. Weke ku nû bi wan hisiya be, nû bi wan dijî.
Gava hevalên wî gazî wî dikir, weke ku hingê erd û esman dibû yek. Ewqasî tije hezkirin û bawerî jê re digotin; “Heval Xeyrî.” Gerîla Xeyrî jî her tim rûken û kêfxweş bû. Hezkirin û rêzdayîna wî ya li hemberî jiyanê, hêzeke cuda dida derdora xwe. Yanî, mirov bê hemdê xwe ber bi hezkirina wî ve diherikî. Ango enerjiyeke gelek pozîtîf dihewand. Min xwe negirt û jê pirsî; “Ya rastî beriya tu tevklî nav refan bibî jî tu ewqasî bi enerjî û kêfxweş bûyî?” Bi gotina min re keniya û got; “Esas ewqasî ne, lê gava min jiyana xwe, kesayetiya xwe, fikir û ruhê xwe bi yê PKK’ê re kir yek, hingê ez bûm yê xwe. Jixwe, niha di hinavên min de ruhekî gelek cuda ava bûye, dibe ku we jî ev ruh dîtibe. Gava ku ez berê xwe didim rojên xwe û kesayetiya xwe, hingê ez ji xwe re dibêjim; Xeyrî tu çiqasî mirovekî bextewar î ku te PKK nas kiriye, û tu niha di nava jiyana wê de dijî.”
Çawa ku tevahî tevgerên wî mirov ber bi xwe ve dikşandin, gotinên wî jî bi vî awayî bûn. Çiqasî qala xwe ji me re dikir, em ji gotinên wî û sohbeta wî têr nedibûn. Ma ne jixwe, gotin rê li ber gotinan vedikin, hêj wî gotinên xwe xilas nekiribûn, hema yekser min jê re got; “tu çawa tevlî nav refên PKK’ê bûyî?” bi gotina min re li min mêze kir û ji min re got; “Aha, baş e, min yek weke xwe ji axaftinê hez dike, dît.” Bi vê gotinê re hema her kesî dest bi kenî kir. Her kes keniya lê ez li benda bersiva pirsa xwe bûm. Ji min re got; “wele çîroka min dirêj e, lê ez ê ji bo te kurt rave bikim. Em weke malbat li zozanên Serhedê bûn. Wê demê hêjmara gerîlayan weke niha zêde nebû. Ew hevalên ku min wê demê nas kirin, niha şehîd bûne, ez wan hevalan jî bi rêzdarî bi bîr tînim. Gava min ew dîtin, her tişta wan bala min dikişand, hezkirina wan, rêzdayîna wan, hêza wan a manewî û hwd. Min wê demê ferq kir ku ev mirov cuda ne û ji bo jiyaneke pîroz têdikoşin. Min jî ji xwe re got, ez ê bibim hevalê van hevalan û bi wan re bijîm. Ez bi vî awayî tevlî nav refan bûm, min biryareke gelekî giranbuha ji bo xwe da, ez niha li vir im.” Bi ken rûyê li min meyizand û got; “Ez çiqasî bi aqil im, ne wisa?”
Dizanim ku ez ê nikaribim bi çend peyvan rastiya gerîla Xeyrî vebêjim. Lê di her peyveke wî de min hezkirineke bêdawî dît. Ya herî girîng jî ew nîşana wê yekê ye ku PKK’ê çanda jiyana rast a mirovahiyê ye. Axir, gelekî baş bû ku me gerîla Xeyrî nas kir.