Hêj rûyê bi xwîn ê Ferxundeyê li pêş çavê me hemiyan e. Herçend êdî wek mijareke normal bûye ku gelek kes bi hêsanî di ber de dibihurin. Mixabin em di herêmekê de dijîn ku êdî dîtina dîmenên bi vî rengî mijareke jirêzê ye. Li Efxanistanê hê jî birîna Ferxundeyê nehatiye pêçan û nayê pêçan jî. Serhatiya Ferxunde û bi sedan jinên wek wê mirovan dixe bîra dema navîn ku gelek jinên zana û xama bi cadûgerî û sêhrbaziyê hatin tewanbarkirin û di agir de hatin şewitandin. Yan gelek jin di dadgehên Engîzasyonê de hatin mehkûmkirin, yan jî serê wan ji giyotînan re derbas bû. Îro jî êdî em bi çavê xwe dibin şahidê van bûyeran. Cahiliyê û nezantiya herî mezin jî ew e ku hemû refleksên te yên mirovahiyê bimirin û tu ji xwe re li bûyerê temaşe bikî. Her temaşevanek bêdeng hevkarê wan cinayetan e.
Êdî ev tenê li ser navê dîn nayê kirin û nabe ku tenê bi dîn jî were îzahkirin. Mêr hovîtî, rûyê xwe yê kirêt û qirêj nikare bi girêdana xwe ya bi olan îzah bike. Tiştên ku diqewimin gelekî ji ol, mezheb û baweriyan û wêde ye. Di mirovbûnê de guman heye, ez dibêjim! Kesek ku bi hemû hêza xwe û bêyî ku kêliyekê jî raweste bê navber bi pehînan dikeve ser canê jineke bi ruh û can, gelo difikire, hizir yan jî bawerî pê re heye? Ez bi xwe bawer nakim. Yan jî mêrekî 40 salî ku mînaka wê li Yemenê çêbû qaşo pêre zewiciye bi hovane dest davêje keça 8 salî û keçik di bin destê wî de can dide, gelo ew wê keça 8 salî çi dibîne û bi xwe çi ye? Yan jî gelek û gelek bûyerên din, gelo mirov dikare navê acizbûn, heznekirin û baweriya hişk li ser dayne. Nav ji van hovîtiyan re nîne ji ber ku mirov bi kiryarên xwe têne terîfkirin û naskirin. Kiryarên baş û xirab. Lê ji ber ev ne kiryar û taybetmendiyên mirovan em, wê demê zor e ku mirov ji wan re mirov jî bibêje. Dibe ku nirxandinek hişk û çor be, lê em bi van bûyeran neçar in ku careke din mirovahiya xwe rast pênase bikin. Em bibêjin kesê dikuje, serjêdike, dişewitîne ne mirov e û hema em dikarin jê re gelek tiştan rêz bikin. Lê ya sosret ew e ku ew kesên temaşe dikin, çi ne û çi difikirin. Ew kesê ku ewqas bi hêsanî telefona xwe derdixe û dîmenê vê hovîtiyê dikşîne, çi ye û nabêje ez dîmenê çi dikşînim. Ya rast di nivîsandina van rêzan de ewqas zoriyê dikişînim ku mirovbûna civak û mirovekî ewqasî bixim bin lêpirsînê. Lê wer xuya dike, em ne di dema navîn de ne û ne jî li pêş me dadgehên Engîzasyonê hene. Em di yek ji serdemên herî bi tehlûke yên mirovahiyê de ne. Em careke din hemû refleks û hestên xwe bixin bin lêpirsînê, wek pirsekê, eger ez bim, ez ê çi bikim?! Em nebêjin, ev tişt ji min dûr in, me hovîtiyên DAIŞ’ê li ber deriyê xwe, di mala xwe de jî dîtin.
Piştî kuştina Ferxundê li gelek cihan ji bo wê çalakî hatin lidarxistin, ji Ferxundeyê re mûm hatin pêxistin. Em di tarîtî û serdemeke reş de dijîn, mixabin. Wê demê ji bo rohnîkirina vê tarîtiyê em hemû mûmekê ji bo Ferxunde û şehîdên êşên jinan pêxin. Birînên li ser canê Ferxundeyê birînên me hemû jinan in. Em hemû bi Ferxundeyê re zindî zindî hatin şewitandin, em hemû di bin piyê mêran de pelçiqîn, careke din, ji derdê nezanî û hovîtiyê. Wê demê em her şevê mûmeke zanistiyê di dilê xwe de pêxin, ji bo bihelîne nezaniya hezarê salan.