Kampanya dê mehekê berdewam bikira lê belê ji ber eleqeya mezin a gel ew ê dema kampanyayê ku wekî dawiya meha tebaxê hatibû destnîşankirin were dirêjkirin. Kampanya ji aliyê Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Însiyatîfa Pirtûkên Kurdî ve tê meşandin.

Însiyatîf  li Enqere, Stenbol, Amed, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê xebatên kampanyayê dimeşîne. Ji bajarên bakurê Kurdistanê yên din jî ji însiyatîfê re pirtûk tên rêkirin.  Pirtûkên di çarçoveya kampanyayê de heta dawiya kampanyayê werin komkiirn ew ê ji gelê Rojava re werin rêkirin.  
Ji Însiyatîfa Pirtûkên Kurdî ya Rojava rojnameger Îsmaîl Eskîn, rêkildarî eleqeya zêde ya ji bo kampanyayê diyar kir ku ew difikirîn ku kampanyayê bi mehekê bi sînor bikin lê belê ji ber eleqeya zêde dê maweya kampanyayê dirêj bikin û wiha axivî: “Dema me dest bi kampanyayeke bi vî rengî kir me got ku emê xebatên xwe bi çend bajarên destnîşlankirî re bi sînor bihêlin û kampanya ewê bi qasî mehekê berdewam bike lê belê ji ber eleqeya zêde em niha difikirin ku em hem maweya kampanyayê dirêj bikin û hem j îli çend bajarên din jî xebatan bimeşînin.” Eskîn bi bîr xist ku ew wekî însiyatîf kampanyayê bi KCD'ê re bi hevparî dimeşînin.

Pirtûkên hatine komkirin  

Eskin, da zanîn ku armanca wan alîkariyê bidin avakirina pergala perwerdeya Rojava ye û vê yekê jî dê bi pirtûkên Kurdî yên kom dikin pêk bînin. Eskîn, bi lêv kir ku wan xebatên xwe  lez kirine û di çarçoveya xebatan de bi derdorên Kurd û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinin kirin û piştî hevdîtinan eleqeyeke  mezin jî pêk hatiye. Eskîn, destnîşan kir ku di destê wan de bi sedan pirtûk kom bûne û ew van pirtûkan li gorî mijaran tasnîf dikin.  Eskîn, anî ziman ku hemû pirtûk ji bo wan girîng in û axaftian xwe wiha domand: “Em ê ji her kesekî pirtûkekê bixwazin. Dirûşma kampanyaya me ‘Yek mirov yek pirtûk’ e. Lê belê kesên ku bixwazin ji yekê zêdetir pirtûk bidin jî em ji wan re jî nabêjin na.”

AMED