Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, di koma Partiya xwe ya meclîsê de axivî û geşedanên dawî nirxand. Demirtaş, ewil der barê operasyona Mûsilê de axivî, helwesta Erdogan rexne kir û got: “Plana te ya A heye? Plana te ya B heye? Hikûmeta AKP Tirkiye winda kir. Li aliyekî dibêje ez bi DAIŞ’ê re têdikoşim, li aliyê din li şûna bi DAIŞ’a nava xwe re şer bike berê xwe dide Mûsilê. Berê DAIŞ’ê ya li Dîlokê paqij bike û piştre biçe Mûsilê.” Demîrtaş, destnîşan kir ku Bajarê Şirnexê ji xerîteyê hatiye paqijkirin û wiha berdewam kir: “Niha dorpêça Şirnexê didome. Li der û dorê Şirnexê 400-500 malbat di konan de dijîn. Me xwest em ji nû ve warên wan ava bikin û konbajarekî ava bikin. Ez bang li hemû welatiyan dikim li hemberî vê rewşa gelê Şirnexê bêdeng nemînin.”
ENQERE