Li Hesekê bi munasebeta avakirina tugaya bi navê “Tugaya Şehîd Felat” merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, rêveberên Desteya Bilind a Kurd, malbatên şehîdan û gelek welatî jî amaed bûn. Piştî rêzgirtinê dengê “Şehîd Felet” ku beriya çalakiya xwe ya fedaîtiyê hatibû qeydkirin, hate guhdarkirin.
Piştî guhdarkirina dengê Felat, daxuyaniya YPG’ê ji aliyê Xemgîn Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îlana tugayê rasdî salvegera komkujiya Helepçe, şehadeta “Şehîd Felat û Îdrîs Reşo” hatiye û li ser girîngiya hêza parastinê hate rawestîn. Piştî daxuyaniyê ji fermandarên YPG’ê Şervan Hesekê axivî û bibîr xist ku dîroka gelê Kurd bi komkujiyan tijeye û hemû qurbanî bibîr anîn. Hesekê anî ziman ji bo ku ev komkujî neyên dubarekirin ewê wekî YPG’ê xwe birêxistin bikin û heta bidestxistina azadiyê wê têbikoşin.

Sala serkeftinê

Şervan Hesekê di dawiya axaftina xwe diyar kir ku sala 3’yemîn a şoreşa Suriyê û Rojavayê Kurdistanê wê bibe sala serkeftinê.  Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman jî di axaftina xwe de avakirina tugayê pîroz kir û destnîşan kir ku wê Tugaya Şehîd Felat hemû pêkhateyên herêmê biparêz e. Silêman, anî ziman ku gelê Kurd êdî bûye miletekî azad û wê biryarên xwe bixwe bide û wiha dom kir: “Gelê Kurd ji destpêka şoreşa Suriyê heta niha alîgiriya aştî û azadiya hemû pêkhateyan dike. Em wekî gelê Kurd rê nadin tu kesî ku bibin sedema pevçûnên navxweyî. Yên ku li Suriyeyê hebûna Kurdan qebûl nekin, ew dijminên gelê men e.” Silêman di dawiya axaftina xwe de got ku YPG mîsogerkirina parastina rûmet û hebûna gelê Kurd e û wê hemû pêkhateyên din jî biparêz e.
Li ser navê malbata “Şehîd Felat” jî axaftin hate kirin û hêviya serkeftinê hate vegotin. 

ANHA/HESEKÊ