
´Mîna mirovê seqet in´
Haydar da xuyakirin ku jin rastî tundiyê tê lê ne di haya vê de ye û got, “Ji ber ku li cihekî kevneşopiyên eşîrî lê serdest e jin dibêje qey tiştên dijî asayî ne. Li Şengalê jî rewş bi heman rengî ye. Jin dişibin mirovê seqet û kor. Li Şengalê doktoreke jin, mamosteyeke jin nîne. Li vê derê destûr nayê dayîn ku jin bixwînin, zane bibin. Di rewşeke welê de ye ku nikare tiştekî bikire yan bifiroşe.
´Bi tûndiyê terbiye dikin´
Haydar sedema xwekuştinê jî bi van gotinan rave dike; “Hewl tê dayîn bi tundiyê jinan terbiye bikin. Jin xwe dişewitînin, dikujin, bi awayekî dawî li jiyana xwe tînin. Sedema van hemuyan tundiya lê rast tê ye. Dervehiştina li jiyanê ye.”
´Mejiyê mêr yê serdest´
Jina bi navê Wetha Xelîl jî gazinan li rêxistinên jinan, li siyasetmedarên jin dike. Xelîl ragihand ku ev derdorên mijara gotinê bala xwe nadin rewşa jinan a li Şengalê got, “Li herêma me hukmên feodalî serdest in. Jin ji bilî malê hema hema qet nîne. Yê ku pêşî li vê digire, mejiyê serdest ê mêr e. Ev pirsgirêkeke hişmendiyê ye. Lê rastiyeke.” Xelîl diyar kir ku ew ji bo xwe, jinên li Rojava weke model dibîne û wiha peyivî: “Binêrin li Rojava jin, mêr di şer de di her qada jiyanê de bi hev re cih digirin. Çima li vê derê ev jî nebe. Pêwîstiya civakê herî zêde bi vê heye. Ez têkoşîna jinên Kurd a li Rojava silav dikin. Eger li vê derê jin zane bibe û xwe bi rêxistin bike, dê bi hêsanî li vir jî pêk were.”
´Berdêl hîn dewam dike´
Jina bi navê Şîrîn Şîrîn jî da xuyakirin ku “berdêl” hînê dewam dike û ev yek ji sedemên xwekuştina jinan e û got, “Zilamek keçekê direvîne, dûre jî di bin navê berdêlê de xwişka xwe dide aliyê din. Jinên ku vê rewşê qebûl nakin, dawî li jiyana xwe tînin û bi vî rengî li dij derkevin. Gelek bûyerên xwekuştinê bi vî rengî rû didin. Bêguman gelek sedemên wê yên cuda hene. Ev yek bi tena serê xwe têrê dike ku statuya jinê ya di nav civakê de, tundiya lê rast tê, were ravekirin.” Şîrîn diyar kir ku rêyên cuda hene ku jin karibin li dij derkevin û got, “Ya ku li dijî vê divê were kirin zanebûn, rêxistinbûyîn û têkoşîn e. Eger pêwîst be divê em li malan kom bibin û nîqaş bikin, tax bi tax bigerin û jinan bînin gel hev. Eger em vê bikin emê hêza xwe derxînin holê û vê rewşê çareser bikin.”
HALÎT ERMÎŞ/ANF/ŞENGAL