Li Stockholmê panelek pêk hat û wezîra dadê Beatrîce Ask wek axaftinker tevli bû û amadekariya pêşnûmeyeke qanûnî ya der barê zewacên bi zorê û zewacên zû de ji rayagiştî re eşkere kir. Ask da zanîn ku ji ber namûsê di pirsgirêka şîdetê de bi tevahî bê nirxandin, lê li dijî zewacên zû divê tedbîrên kanûnî bên girtin û ev jî daxwaz rêxistinên jinan e.


Zewaca bi zorê

Pêşnûmeya qanûnî ligel ku ferzkririna zewacên û zewaca di temenê biçûk de qedexe dike, zewacên ji derveyê Swêdê jî digire nava xwe. Amadekariyên zewaca bi zorê jî tên krîmînalîzekirin û kesên li dijî vê qanûnê tevbigerin dê heta 4 salî ceza bigirin. Li gorî lêkolîneke ku çend sal berê hat kirin de derket holê ku li Swêdê nêzî 70 hezar ciwanî di bin zextên namûs û toreyê de ne. Vê jî ciwanên di navbera 16-25’ê de yên li Swêdê dijîn nîşan dide û ji vê ji sedî 6,6 jin û 3,8 jî mêr nîşan dide. Li gorî lêkolînên dawî hatiye kirin derket holê ku 8 hezar û 500 kes bi rîska zewaca bi zorê re rû bi rû ne.

Fadîme hat bibîranîn

Li Swêdê ‘Rojên Fadîmeyê’ 4 rojan berdewam kir û li dora komeleya bi navê ‘Pela û Fadîmê ji bîr nekin’ xwe birêxistin kirin û rêxistina bi navê ‘Ne fahîşe û ne jî ya serî ditewîne’ jî panelek pêk anîn. Panel li Stockholmê pêk hat. Wezîra dadê Betarîce Ask, nûnerên  rêxistinên jinan, wezîra wekheviyê Marîa Arnholm, wezîra Yekitiya Ewropayê Bîrgîtta Ohlsson, Midûra Midûriyeta Giştî ya Polîsan a berê Carîn Gotlad û parlamenterên partiya desthilatdar û muxalefetê wek axaftinker tevli bûn.

Kuştina jinan

Seroka komeleya ‘Pale û Fadîmeyê ji bîr neke’ Sara Muhammed diyar kir ku di 17 saliya wê de malbat wê xwestiye bi zorê bizewicîne lê reviyaye û 5 mehan xwe veşartiye. Muhammed anî ziman ku ew ji Başûrê Kurdistanê reviyaye û hatiye Swêdê û li dijî şîdeta li ser jinê têkoşîn meşandiye û di vê navberê de Fadîme Şahîndal naskiriye û got: “Fadîmeyê soz da ku di salvegera qetikirina Pale de axaftinekê bike, lê ji ber ku ew jî hat kuştin soza xwe neanî cih. Dema min mirina wê bihist ez şok bûm. Hêrsa min mezine. 12 jinên ku xwe ji şaneşînê avêtin û kuştin wek qeza nîşan dan, ev jî skandaleke mezine.

STOCKHOLM