Ji sala 1985’an ve 25’ê Mijdarê wekî Rojava Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê hatiye qebûlkirin. Ji wê rojê ve jin ji bo mafên xwe û li dijî tundiyê çalakiyan lidardixin. Li gel hemû têkoşîn û mudaxaleyan tundiya li ser jinê kêm nabe zêde dibe. Ev tundî li gorî Rojava, li Rojhilata navîn zêdetir e. Jinên Kurd jî rastî tundiyek zêde tên. Jinên Kurd li Ewropayê jî rastî tundiyê tên. Aktîvîsta UTA-AMARA Sultan Oger diyar ki ku li Ewropayê tundiya li ser jinê didome û li vir rola saziyên Kurd û mêrên Kurd ên polîtîk heye.
Li dijî jinê şer heye
Oger anî ziman ku tundiya li ser jinê têkiliya wê bi dîrokê heye û got ku divê wek sosyolojîk-psîkolojîk bê destgirtin. Oger wiha got: “Dîrokek bi hezaran salan a tundiya li ser jinê heye. Tundî ji îdeolojiya mêr û serdestan tê. Ji dîroka mirovahiyê heta roja me ya îro hatiye. Vê dawî li jiyana xwezayî aniye û bûye destpêka pergala zîhniyeta mêr. Ev bûye detspêka îlakirina şerê li dijî jinê. Qetilkirina jinê, tecrîdkirin û zextên li ser vê encama vê ye. Sultan Oger bal kişand ser texrîbata şer a li ser jin û zarokan û wiha berdewam kir: “ Di şer de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin. Tên sirgûnkirin, tecawizkirin. Ev şer in. Sala buhrî li welatên cuda yên cîhanê bi sedan heta bi hezaran jin bi tecawîzê re rû bi rû man. Ev şer e û qirkirin e. Li Afrîkayê jin tên sunetkirin. Dîsa DAIŞ’ê li dijî jinan êrîşek dijwar daye destpêkirin. Ev encama pergala serdestiya mêr e. Ev qirkirin û komkujiyek e.”
Li Ewrupayê tundiya veşartî heye
Oger bi lêv kir ku jinên li Ewropayê dijîn pirsgirêkên wan ên mezin hene û got: “Ji ber pergala Ewropayê jin pirsgirêkên mezin dijîn. Li Ewropayê tundiyek veşartî heye. Ji ber vê jî çapemenî zêde nabîne. Li Ewropayê mîlyonek û nîv Kurd dijîn. Jinên Kurd pirsgirêkên mezin li vir dijîn. Kurd ji ber tundî û şer hatin vir. Travma û psîkolojiya ku ji ber vê derketiye heye. Di roja me ya îro de jî dijîn. Li gel vê piştî temenekî naskirina çandek din di warê fêrbûna zimanê wan de pirsgirêkan derdixe. Ji ber van zehmetiyan hatine vir.”
Zewacîn ku tundiyê çêdikin
Sultan Oger di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku zewacên ku berê jin û mêr qet hev nedîne û bi alîkariya malbatan pêk tê, piştre şîdetê derdixe holê û her wiha zecalên bi rêya bûk-zavayê îthal jî pirsgirêkê derdixe holê. Oger zanîn ku malbat bi zîhniyeta ku zarokên xwe ji jiyana jirêderketî û xerab rizgar bikin van zewan pêk tînin û ev jî piranî zewacê bi xizman re ne. Oger got: “Ji ber vê yekê jî nelihevkirin û pevçûn dertên. Li vir jî tundiya li ser jinê dertê holê. Jinê ji welat tînin Ewropayê û hepsê malê dikin. Tecrîda civakî destpê dike. Nahêlin tenê derkevin derve.” Oger îdîa kir ku malbatên Kurd ên li Ewropayê jî parçe bûne û got: “Jin û mêr bi rêjeyek mezin hev û din berdane. Niha ji sêyan du dest ji hev berdidin. Ev di nava Kurdan de gelek zêde ye. Sedema wê ya herî mezin jî bûkên îthal in. Ji ber ku hev û din nas nakin.”
Tundiya di navbera aliyan de
Rêvebera saziya jinan UTA-AMARA Sultan Oger, îdîa kir ku tundiya li ser jinê di nava hemû aliyên civaka Kurd de zêde ye û got: “Di serî de bi Kurdên ku di nava têkoşîna polîtîk de cih digirin bi hemû aliyên civaka Kurd re tundî heye. Hem jî pir zêde. Di nava aliyên polîtîk ên Kurd de guherîn mijara gotinê ye, lê li gel vê paşverûtiyên mezin jî hene. Oger da zanîn ku saziyên Kurd ên Ewropayê di çareseriyê de kêm dimînin û rolek mezin jî dikeve ser milê wan. Oger bi lêv kir ku bi têkoşînê pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Oger wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî pirsgirêkan em di nava têkoşînê de ne. Em bi semîr û civînan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin û ji bo vê em projeyan pêk tînin. Em bi saziyên jinan re xebatan dimeşînin. UTA-AMARA ji bo hemû jinên ku dixwazin li dijî şîdetê têbikoşin navnîşan e.”
ALÎ GULER/KOLN