Otobus li pateyxta Swîsreyê Bernê û bajarê wê Bielê bi dirûşiman hate pêşwazîkirin. Di mîtînga li Bernê de ji rêberên THKO’yê Teslîm Tore xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û xwest muzakere ji nû ve bên destpêkirin.
Kurdistaniyan tevî hunermend Şemdîn sîrûda “Çerxa Şoreşê” gotin. Piştre bi piştiriya rêxistinên çepgir ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin.
Otobûs piştî axaftinan ber bi paytext Bernê ve hate oxirkirin. Otobusa Ji Ocalan re Azadî saet di 14.00’an de gihişt paytexta Swîsre Bernê otobus li Helvetia Platzê ya li pişt Parlamentoya Federal a Swîsreyê tevî ji rêberên THKO Teslîm Tore û endamê Meclîsa Kanton a Bernê Haşîm Sancar, ji aliyê zêdetirê 200 kesî ve hate pêşwazîkirin. Li gel hewaya sar, otobus bi dirûşima “Ji Ocalan re azadî” hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê mîtîngek bi qasî du saetan pêk hat. Di mîtîngê de Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên Ewropayê (KON-Kurd) Îsmet Kem axaftinek hate kirin. Kem bal kişand ser girîngiya kampanyayê û diyar kir ku ji bo zêdetir bi ser bikeve, divê zêdetir xwedî lê bê derketin. Mîtîng heta saet 16.00 berdewam kir û otobus ji vir jî bi dirûşim û çepikan ber bi bajarên din ên Swîsre Neuchatel, Lozan û Bernê ve hate birêkirin.
BÎEL/ BERN