Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, bi rêxistinên civaka sivîl re hat gel hev û ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû û Serokê Rêxistina AKP’ê yê Mêrdînê, Farûk Kiliç got: “Bêrûmetiyê dikin.”
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmet Turk û Fîgen Altindag, Namzetên Hevşaredariyên Artûklû Nûrettîn Turgay û Fatma Yilmaz, çûn serdana rêxistinên civaka sivîl ên bajêr. Namzet, destpêkê çûn serdana Dêra Zehferan û li vê derê bi Keşîşê herêma Mêrdînê û Amedê re hatin gel hev.
Namzetên, ji Dêra Zehferanê veqetiyan, çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Mêrdînê û bi endamên desteya rêveberiya odeyê re hatin gel hev. Turk di hevdîtinê de bêyî ku navê Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bide, wiha axivî: “Ev kesê heqaretê li min û HDP’ê dike. Lê bi rastî di nava siyasetvanan de, hin uslûbên bêrûmet derdikevin holê. Ev me xemgîn dike. Serokê AKP’ê yê Mêrdînê Farûk Kiliç dikeve nava heman şaşiyan. Hin kes hene ku dixwazin bi polîtîkayên dewletê, gelê me li hev sor dikin. Em van uslup û nêzikatiyên wiha şermezar dikin.”
‘Dewlet me sûcdar dibîne’
Piştî Turk, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Mêrdînê û di heman demê de pismamê Namzetê AKP’ê yê Serokê Şaredariya Artûklû Abdullha Tûtaşî, Memet Alî Yilmaz axivî û piştgirî da gotinên Ahmet Turk. Yilmaz got, “Nexwe; bi wî çavî li me mêze dikin. Em di çavên wan de sûcdar in.”
Turk û şandeya pê re, paşê çûn serdana dikandaran û ji wir jî derbasî navçeya Qoserê bûn. HDP’iyan li Qoserê jî çûn serdana dikandaran. Esnafan bi dirûşmeya “Bijî HDP” ew pêşwazî kirin.
MA / MÊRDÎN