Turk di serdana xwe ya Newroz TV de bi xebatên televizyonê re jî civiya. Ahmet Turk di civînê de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên zindana Ûrmiyê û destnîşan kir ku girtiyên siyasî yên Kurd ên li zîndana Urmiyê bi armanca jiyanek azad û bi rûmet dest bi vê çalakiyê kirine û got; “Em dizanin gelê Kurd her tim li hember zilm û zordariyan li ber xwe daye. Îro li girtîgeha Urmiyê jî berxwedan heye. Berxwedan Jiyan e, berxwedan Urmiyê bandorek mezin li gelê me kir.”
Îran siyasetek xapînok dimeşîne
Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk bal kişand ser zilm û zordariya dagirkerên Kurdistanê yên li 4 parçeyên Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd a bêhempa ya li dijî van zilman û got; “Armanca dagirkeran tinekirina û şikandina îradeya gelê Kurd e. Rejîma Îranê bi siyasetek pir qirêj dixwaze Kurdan ji nav bibe û li ser gelê Kurd siyasetek xapînok bi rê ve dibe.” Ahmet Turk bang li rayedarên rejîma Îranê jî kir ku dev ji siyaseta xwe ya qirêj berde û ji bo aramiya gelan yekser bi girtiyên siyasî yên Kurd ên li zîndana Urmiyê re bikeve têkiliyê û daxwazên wan bicih bîne. Turk di dawiyê de bang li gelê Kurd û demokrat û şoreşgeran kir ku xwedî li çalakiya li zindana Ûrmiyê derkevin û got; “Urmiye Amed e, Urmiye Hewlêr e, Urmiye Qamişlo ye. ” Li aliyê din Ahmet Turk li Newroz Tv tevlî bernameyek taybet ku ji aliyê rojnamevan Ihsan Battê re ve hat amadekirin jî bû û derbarê çalakiya li Urmiyê, êrişên çeteyên DAIŞê û guhertinên li herêmê kir. Ev bernameya taybet îro li gorî saeta Swêdê saet di 19:15´an de li ser ekranên Newroz TV tê weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN