Turnuvaya futbolê ji bo Şehîd Helmet
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li hember êrişên dagirkeriya Tirk li Qendîlê Pêngava Seferberiya Heftenînê bi şîara, “Ji bo Kurdistaneke Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkeriyê Birûxîne” îlan kiribû. Di çarçoveya seferberiyê de pêr turnûvaya futbolê li Qendîlê dest pê kir.
Meclîsa Ciwanên Welatparêz yê Binarê Qendîlê di çarçoveya Seferberiya Heftenînê de ji bo bibîranîna Şehît Helmet (Diyar Xerîb) turnuvaya futbolê li dar xist.
Beriya ku lîstika pêşî ya turnûvayê dest pê bike tîm bi wêneyên Şehîd Helmet daketin meydanê. Li ser navê komîteya amadekar Saman Kaska axivî û got, “Ev turnûva ji bo ciwanên binarê Qendîlê girîng e. Ji gundan hemûyan tevlîbûna turnûvayê bûn.”
Piştî axaftina Saman, bi silavdayîna tîman lîstikê dest pê kir. Gelek ciwan û gelên Binarê Qendîlê, wek temaşevan tevlî turnûvayê bûn. Di encamê de tîma Bergirka li hemberî tîma Lawanê Zorkan bi 7-6 bi ser ket. Herwiha piştî wê, tîma Sterêkanî Qendîl û Halokanî Pişder jî lîstin. Di encama lîstika herdû tîman de tîma Halokanî Pişder bi 7-1 bi ser ket.
Ji hemû gundên Binarê Qendîlê bi giştî 18 tîm tevlî turnûvayê dibin. Turnûvaya futbolê dewam dike. ROJNEWS/QENDÎL