Li bajarê Freiburgê bi beşdariya 13 tîmên futbolê tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê pêk hat.
Komîsyona Ciwanan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freiburgê tûrnûvaya futbolê pêk anî û ji Freiburg û derdora wê 13 tîmên futbolê tevlî tûrnûvayê bûn.
Endamê komîsyona ciwanan destpêka tûrnûvayê axivî û diyar kir ku armanca wan ji tûrnûvayê bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ye. Her wiha got: “Em ê li her qada jiyanê hewl bidin hêjayî wan bin. Bi vê çalakiyê jî em dixwazin têkiliyên xwe yên civakî û çandî xurt bikin. Ev yek ne tenê pêşbirkeke sporê ye, her wiha xurtkirina têkiliya navbera ciwanên me ye. Em li bendê ne ku ciwanên me ji niha û pê ve jî di çalakiyên heman rengî de li hev bicivin.”
Pişt re tûrnûvaya futbolê dest pê kir. Di encamê de tîma Serhildan bû yekemîn, Miami Kollnau bû duyemîn û tîma Botan jî bû sêyemîn. Ji bo tîma Şengalê jî xelata centilmeniyê hate dayin.
Azadî Wuppertal bû yekemîn
Li bajarê Mönchengladbach ê Elmanyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên NRW pêr festîvala Çand û Sporê pêk anîn. Festîval bi armanca bîranîna şehîdên meha Gulanê hat pêkanîn û di festîvalê de tîmê Azadî Wuppertal bû yekemîn. Tevî gelek Kurdistanî û enternasyonalîstan, Elman jî beşdar bûn.
Festîvalê bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir û axaftina pêşî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Andok Tolhildan kir. Andok di axaftina xwe de qala girîngiya meha Gulanê û armanca festîvalê kir. Andok di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir da ku ji bo serbestiya Rêber Apo têbikoşin.
Piştî axaftinê koroya zarokan derket ser dikê. Herweha hozan Kawa, hozan Loqman û hozan Şemdîn jî li ser dikê cihê xwe girtin. Beşdarên festîvalê li ber stranan govend gerandin. Ji bo zarokan jî cihekî taybet hat veqetandin û kêfa wan li cih bû.
Di festîvalê de 11 tîmên futbolê hatin pêşberî hev. Welatê Rojê, Azadî Wuppertal, Enzigspor Velbert, Rojava Bonn, Welate Roj Mönchengladbach, Hevalspor 1 Euskirchen, Hevalspor 2 Euskirchen, Ciwanên Azadk Gummersbach, Mezopotamya Essen, Azadî Attendorn û Amed Spor li ber hev dan. Di encamê de Azadî Wuppertal bû yekemîn bû yekemîn. Amed Sporê jî qet qart nedît û ji bo vê jî xelata Fair Play wergirt.
FREIBURG/MÖNCHENGLADBACH