
Polîtîkayên AKP’ê yên şer û aloziyê Tirkiyeyê ber bi aloziyeke mezin a aborî ve dibe. Ji ber ku rewş êdî xeteriya wê tê hîskirin û têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re xitimîn, sermeyedarên Tirkiyeyê jî bêzar bûn. Rêveberiya TUSÎAD’ê ragihand ku pêwîstiya Tirkiyeyê asayîbûnê heye û ji bo vê yekê jî rakirina OHAL û bi dawî anîna rêveberiya KHK’ê daxwaz kir.
Serokê Lijneya Rêveber a TUSÎAD’ê Cansen Başaran Symes, di civîna Konserya Rawêj a Bilind a TUSÎAD’ê de axivî.
Symes, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Muzakereyên ji bo endamtiya Yeketiya Ewropayê yên ku beriya 11 salan destpê kirin bi awayekî fîîlî hatine rawestandin. Îsal dane didin diyarkirin ku di qada aboriyê de ji sêyan çarêkek tengbûn çêbûye. Di bêkariyê de tengavbûn zêde ye. Hilberîna senayiyê paş dikeve û zextên faîzan ên li cîhanê her ku diçe bêhtir tê hîskirin. Ger em pergala hiqûqê ya ku mercên bikaranîna aboriyê pêk tînin û serxwebûna dadgeriyê baş nekin, dê çareseriyên teknîkî yên ji bo aboriyê kêm bimînin. Fikarên derbarê têkoşîna bi terorê û darbeciyan re zêde dibin. Lê hinek pêkanînên OHAL’ê di aboriyê de bêbaweriyek çêkiriye. Em li bendê ne ku OHAL di demek kin de bê rakirin. Em li bendê ne dawî li rêveberiya bi KHK’ê bê. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi asayîbûnê heye. Heta pergalek bihêz û adil a hiqûqê neyê pêkanîn, heta sererastkirinek di dayîna bacan de neyê çêkirin, ne mimkûne ku aborî li gorî mafê xwe bê bikaranîn. Divê em demildest çîrokek a mezin kirina aboriyê çêbikin. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi YE’yê bi zimanekê raya giştî dana nîqaşkirin dê zirarê bide welatê me. Têkiliyên me yên bi YE’yê re berfirehin. Divê Tirkiye ji biryarên xwe yên kuberiya salan dane venegerin. Em nîqaşên darvekirinê bi fikar dibinin. Têkiliyên Tirkiye û YE’yê di nava bêbaweriyê de derbas dibin.”
ENQERE