Xizma/ê girtiyan ku nexwest navê bibêje, diyar kir ku ew SMS ji van kalanên herêmî re dişînin û ji bo xizmên xwe yên girtî daxwaz klîbên Kurdî û Tirkî dikin, lê di girtîgehan de kanalên Gun Tv, Amed, Can û TV hatine astengkirin.
Xizma/ê girtiyan wiha got; “Ji bo xizmên me yên di girtîgehê de bi zanin ku em bi wan re ne û bêriya wan dikin, em bi SMS’an ji kanalên herêmî daxwaza klîbên Kurdî û Tirkî dikin. Lê ez wê rojê çû hevdîtinê. Min ji birayê xwe re got ku min ji bo te ji kanalekê daxwaza stranekê kir. wî jî ji min re got ‘Xwîşka min, em nikarin li vir li kanalên herêmî temaşe biki. Rêveberiya girtîgehê ji bilî kanala Soz Tv, tu kanaleke din me nade temaşekirin. Rayedar dibêjin ev kanalên herêmê weşanên cûdakarîperest dikin, her hûn tiştên li derve diqewimin bizanibin, hûn ê serî hilbidin.’ Û dibêje ji ber van sedema ev kanal hatine astengkirin.”
AMED