Parêzeran got, li gorî parvekirinên pêr bi şev ji hêla tîmên taybet ve li ser medyaya civakî hatine kirin, Kulter li TEM’ê tê ragirtin. Lê belê piştî wendakirina Kulter bi du rojan walîtiya Mêrdînê daxuyan da û îdîa kir ku Kulter nehatiye binçavkirin.
Piştî ku rêveberê DBP’a Şirnexê Hurşît Kulter berî bi sê rojan bi şev hat binçavkirin, malbata Kulter miracaetî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dabû, piştî miracaetê malbatê, parêzerên komeleyê miracaetî Dozgerê Qilebanê kir. Parêzerên ÎHD’ê diyar kirin ku piştî miracaetê, heta niha dozgeriyê bersiv nedaye wan, di miracaetê de fikara windakirin û kuştina ji hêla endamên JOH û POH’ê wan îfade kiriye.
Parêzer li benda bersivê ne
Parêzeran eşkere kir ku rayedarên polîsan gotine “kesekî weha li vir tune” û got: “Di çarçoveya miracaetê de divê heta niha erênî an jî nerênî dozger bersivek bida. Me parvekirinên ji hêla endamên JOH û POH’ê ve li dosyaya sûc zêde kirin. Lê ji ber ku ev rewş dikeve lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Şirnexê, derbarê şandinê de tu daxwaz ji me nehat kirin.”
Dozger bersivê nade telefona xwe
Parêzeran diyar kir ku Kulter berî şevekê dema hatiye binçavkirin û di wê demê de wan telefonî rayedarên polîsan kiriye, lê bersiva wan nehatiye dayîn û bal kişandin ser xaleke girîng û gotin: “Ji ber ku telefonên Edliyeya Şirnexê xirabe ne, hevdîtinên li edliyeyê, ne pêkan in, dozgerê nobedar jixwe bersivê nade telefonan.”
Dozger xwe nade ber berpirsiyariyê
Parêzeran got, edalet li Şirnexê bêwate bûye û weha dirêjî da axaftinên xwe: “Heke Hurşît Kulter hatibe înfazkirin, dozger û rayedarên edlî naxwazin berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Tişta ku em dibînin ev e. Hiqûqa ku ji holê dan rakirin, heta niha 50-60 mirov hatin girtin. Çawa înfaz tên kirin, kî çawa hatiye kuştin, em nizanin. Diyar e ku JOH û POH li Şirnexê ya dilê xwe dikin. Dozger jî xwe nade ber berpirsiyariyê.”
Walî cih li qetlê xweş dike
Li aliyê din doh walîtiya Şirnexê ya dewleta Tirk bi daxuyaniyekê cih li qetilkirina Kulter xweş kir û îdîa kir rêveberê DBP´a Şirnexê nehatiye binçavkirin. Bi vê yekê bi eşkereyî ew hewldan xuya dike ku dixwaze zemînekî biafirîne ji bo kuştina Kurtel a bêdadgeh.
ŞIRNEX/DÎHA