
Şervanên odeya operasyona Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê, li bereya Rojava dor li çeteyên DAIŞ´ê girt. Bi rizgarkirina 5 gundan û gundikekî, pêr şervanan ji başûr ve xwe gihand çemê Firatê. Bi vê jî qonaxa duyemîn jî hindik ma bigihîje armanca xwe. Ji fermandarên odeyê Firat Dêrik jî da zanîn ku hêzên wan li vê bereyê 35 kîlometroyan bi pêş ketine û piştrast kir ku hindik maye hedefa xwe ya qonaxa duyemîn a operasyonê bi cih bînin.
Şervan û Firat li çeteyan hatin xezebê
Qonaxa duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê di roja xwe ya 10`emîn de didome û Şervanan pêr 5 gund û gundikekî din rizgar kirin. Gundên hatin rizgarkirin ev Hesen Hacî, Bîr Xezam, Xezum, Muheemed El-Şêx, gundekî din û gundikê bi navê Mezraet Tiyasa ne. Bi rizgarkirina van gund û gundikên li Bakur Rojavayê Reqayê re gelek deverên şên ên di kontrolka çeteyên DAIŞ´ê de hatin dorpêçkirin. Lewma sê dorhêlên wan ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin û li rojava jî pişta wan li çemê Firatê ye.
Em ê gelê xwe ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar bikin

Fermandarê Odeya Xezeba Firatê Diyar Dêrik jî da zanîn ku hêzên wan 35 km´yan bi pêş ketine û di demekê nêzîk de rojavayê Reqqayê wê rizgar bikin. Diyar Dêrik got, ew ê di demeke nêz de, armancên qonaxa duyemîn a hemleya rizgarkirina Reqayê pêk bînin û wiha axivî: ″Hemleya Xezeba Firatê ji du baskan ve (Qadiriyê û Kerdoşan) destpê kir. Şervanan bi dehan gund, gundik û girên stratejîk rizgar kirin, her wiha gelek çek û cebilxane bi dest xistin û tevî hemû astengiyan pêşveçûna şervanan didome.″
Dêrik di dewama axaftina xwe de got :″Piştî berxwedana bêhempa li hember çeteyan, şervanên me gundan rizgar dikin û ji bermahiyên çeteyan paqij dikin. Şêniyên gund bi kêfxweşî tên pêşwaziya me, lewma em ji hemû cîhanê re diyar dikin ku em ê bigihêjin armancên xwe û gelê xwe ji çeteyên DAIŞ′ê xelas bikin.″
Planên Tirkiyeyê pûç bûn

Dêrik destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl da ku beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bibe, lê negihîşt armancên xwe û planên wê bin ketin.
Dêrik diyar kir ku bi destpêkirina hemleyê re, gelek serketinên eskerî û siyasî hatin bidestxistin û got, ″Ev serketin, ne bi dilê Tirkiyeyê bûn, ji ber vê yekê dest bi hedefgirtina gund û nuqteyên şervanên Meclîsa Minbicê û QSD′ê kir û deriyê xwe ji çeteyan re vekir da ku bipêşketina şervanan asteng bike.″
Fermandarê Odeya Xezeba Firatê da zanîn ku Hemleya wan didome, şêniyên wan herêman rastiya wan dibînin, baweriyê didin wan û roj bi roj tevlîbûna nava refên wan zêde dibe û got: ″Hêzên me wê di demeke nêzîk de gundewarên Rojavayê Reqayê rizgar bikin.″
Reqayî ber bi Reqayê ve dimeşin
Qonaxa duyem a operasyona Hemleya Xezaba Firatê di 10´ê Kanûnê de dest pê kiribû û niha bi hemû leza xwe didome. Di pêvajoya destpêkê de 40 gund, bi dehan gundik hatin rizgarkirin û heremek 700 km çargoşe hat rizgarkirin. Di Pêvajoya destpêkê de hêzên di bin banê QSD’ê yên Şuheda El Raqqa, Ehrar El-Reqqa, Siwar Til Ebyad, Liwa El-Tehrir, Ketîba Şuheda El-Firat, Ketîba Şehid El-Cimo, YPG/YPJ, hêzên Nêxbê cih girtine, di pêvajoya duyem a Hemleyê de Teyyar El-Xad ve û Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zor, Siwar El-Rakka jî beşdar bûn.
Bingeha Sûriya Demokratîk tê avakirin
Beşdarbûna gelê herêmê bi taybetî 1500 ciwanên Ereb ên ji Reqayê ji bo destekdayîna gel, wateyeke din dide Hemleyê. Ji aliyekî din ve jî aşîrên Ereb bi dehan ciwan, Kurd û Suryan destekeke mezin didin Hemleya azadkirina Reqayê. Mirov dikare bibêje niha hemû beşên civakan ên gelên li Bakurê Sûriyê, cihê xwe di nava Hemleyê de digrin. Ev jî bingeha Sûriye demokratik dide avakirin.
Rêyên nefesê yên DAIŞ′ê tên qutkirin
Ji rojavayê Reqayê êrîşên li dijî Eyn Îsa, Girê Sipî û Tişrîn pêk dihatin. Ji bo wê jî ji bo DAIŞ′ê pirr girîng bû ev herêm. Li aliyekî din jî navenda elektrîka Sûriyê bi giştî Bendava Sewra li vê Herêmê ye. Rêya Heleb-Cizîrê jî di vê herêmê re derbas dibe. Navendeke girîng ya DAIŞ′ê ′Tenqa′ jî li vê herêmê ye.
Bi Hemleya Xezaba Firatê ya bi du baskan dimeşe, rê li pêşiya êrîşên DAIŞ′ê tê girtin û rêyên DAIŞ′ê yên lojîstîk û teqwiyeyê jî tên qutkirin. Aliyê herî girîng ew e ku gelê ev 3 sal in di bin zilma DAIŞ′ê de ye, wê azad bibe.
REQA