Di hilbijartinên yekşemê yên li eyaleta Elmanyayê Bayernê de encamên herî darîçav ew in ku CSU û SPD´ê şikesteke cidî xwar, Partiya Keskan serketineke mezin bi dest anî û AfD´ya ku cara yekem e kete hilbijartinan karî ji sedî 10´ê bêhtir bi dest bîne.
Sedemên sereke yên li xwe kêmkirina SPD´ê mirina hilbijêrên berê, û necazibbûna ji bo hilbijêrên nû yan jî kevne-nehilbijêran tê nîşan dan. Herçî partiya Yekîtya Xiristiyanên Sosyal e (CSU), wê hilbijrên xwe ji dest dan û wan jî berê xwe da Partiya Keskan û partiya nijadperest AfD´ê.
Axir li gorî encamên dawî, CSU´yê karî ji sedî 37´ê dengan bi dest bîne û bi vê yekê jî piştî 60 salan e ku care yekem pirraniya li parlamena eyaletê ji dest dide. Bayern gelekî muhtemel e ku bi koalîsyonê bê birêvebirin. Helbet hikûmeteke hindikahî jî di teoriyê de mumkin e. Partiya dueym bû Partiya Keskan û karî ji sedî 17,5´ê dengan bi dest bîne. Partiya sêyem jî partiyeke muhafezekar a Bayernê ye ku bi kurteya FW (Hilbijêrên Serbest) tê nasîn û wê ji sedî 11,6 dengan bi dest anîn. partiya nijadperest AfD karî xwe bigihîne ji sedî 10,2´yê. SPD li Bayernê bû hêza pêncan bi ji sedî 9,7´ê dengan. Partiya lîberal FDP´ê jî ji bendê derbas kir bi ji sedî 5,1 û wê di meclîsa eyaletê de hebe. Partiya Çep (Die Linke) dengê xwe zêde kirin lê bi ji sedî 3,2 li derveyî parlamenê ma.
Hin kityekitên balkêş ên helwêsta hilbijêran jî bi anketên piştî dengdayînê xwe dan der: Bêhtirî ji sedî 70´yê hilbijrên AfD´ê mêr in, beramberî vê ji hilbijêrên Partiya Keskan ji sedî 60 jin in.
Yekem car koçberek û ew jî Kurd e
Ji Partiya Keskan vê carê ji bo cara yekem di dîroka Bayernê de keseke bi eslê xwe koçber karî weke parlamanter bikeve meclîsa eyaletê. Ev kes jî Gulseren Demirel e ku bi xwe Kurdeke malbata wê ji Dêrsimê ye. Wê li herêma hilbijartinê Giesing-Harlaching-Sendlingê di hilbijartina nûnerê yekser de cihê xwe misoger kir. Piûtî hilbijartina xwe wê li ser malpera xwe malavahiya her kesê destek dayî wê kir û got, “Ji kerema xwe, ji min re bibêjin, çi mijar li ber dilê we biqîmet e. … Siyaseta baş a Întegrasyonê ji bo min ew e ku reaksiyona rast nîşanî mihacirî û qebûlkirina penaberan bê nîşandan.” n MUNCHEN