Piştî ku zarên xwe yîn mîna pîramîdan avêtin, hunermendê Kurd Hoşmend Muwefeq tefşikê xwe yê lîstikê li ser texteyekî lîstikê digerîne. Ev ne texteyekî lîstikê ê ji rêzê ye. Ne dam e û ne jî kişik e. Ev rekreasyoneke texteyekî lîtikê ye ku beriya bi 5 hezar salan li Mezopotamyayê hatiye lîstin. Rekreasyoneke Hoşmend Muwefeq bi xwe ye ji bo vê lîstika antîk ya herî gelêrî; wî texteyê lîstikê jî xweş xemilandiye.
Ev lîstik sala 1922´yan di encama lêkolînên arkeolojîk de derket meydanê. Weke lîstika kraliyeta Ûrê navdar bû û lê hîna nû piştî bêhtirî 50 salan rêzikên lîstikê hatin jihevderxistin. Axir ji zanîngeha Raperînê Ashley Barlow ji Hoşmend Muwefeq xwest vê rekreasyonê çêke, da ku li erdên ev lîstik li wan peyde bûyî careke din populer bibe. Di wêne de em Hoşmend dibînin çawa tefşikê xwe yê lîstikê bi pêş ve dibe.
Lê gelo ev lîstik wê dîsa populer bibe yan na, ev meseleyeke din e. Li gorî Mam Resûl ê ku li qehwexaneyê tevî ku lîstikên mîna tewle û damê bêhtir li rewacê ne jî, “erê, ez ê pê bilîzim heger kesek bi min re bilîze. Ev 5 hezar salî ye, lê ji bo me nik û nû ye.”
AFP/RANYA