
Hat diyarkirin ku Omer Guney ê ku li paytext Parîs a Fransayê 3 jinên şoreşger ên Kurd qetil kirin, miriye.
Çav li rê bû ku Guney 23 Çile derketa rûniştina doza qetilkirina şoreşgerên Kurd. Têkiliyên Omer Guney ên bi MÎT´ê re û nexasim di ser Elmanyayê re girêdana wî a bi dewleta Tirk re eşkere bûbû û dihat payîn di rûniştinê de ne tenê maşika qatilan Omer Guney were dadgehkirin, lê belê her wiha îstîxbarata dewleta Tirk, rayedarên wê yên dîplomatîk û Erdogan jî werin tohmetbarkirin û dadgehkirin.
Beriya niha jî aliyê Kurd û malbatên şoreşgeran fikarên xwe îafade kiribûn ku dewleta Fransayê dozê bi paş ve dixe da ku Guney bimire û doz bikeve. Pişt ku rayedarên Fransî agahiya kuştina Guney da malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez,
malbatan nerazîbûn nîşanî Fransayê da ku rê neda kujer Omer Guney were pêşberî dadgehê.
Birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz, Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan û Bavê Leyla Şaylamez, Cûmalî Şaylamez li ser agahiyê daxuyaniyek da û got, “Tevî ku ji roja destpêkê ya binçavkirinê ve tê zanîn pirsgirêkên tenduristiyê hene û her tim pisporan di kontrolên xwe de gotibûn ‘pirsgirêkên tenduristiyê hene”, çima heta niha doz nehat kirin, rûniştin çênebûn? … çima lêpirsînê 3 salan dewam kir?
Fransayê nedixwest dewleta Tirk bê dadgehkirin
Tevî ku lêpirsîn di nîvê sala 2015’an bi dawî bû jî çima xwe dane benda Meha Çileya 2017’an? Gelo dîroka 5’ê Kanûnê bi zanebûn taloqî 23’yê Çileya 2017’an hat kirin?
Wek di naveroka dosyayê û îdîanemeyê de tê diyarkirin, bûyer bûyereke organîze ye, fail ne yek kes e û MÎT´a Tirkan li pey bûyerê ye. Tevî ewqas agahî jî, çima failên din nehatin derxistin û her tim dosyayek bi yek tewanbarî hat afirandin? Em wek malbatên maktûlan dixwazin ev pirs bêne bersivandin.”
Malbatan bi bîr xist ku wan li ser kuştin yan jî ji holê rakirina kujer ango maşika qatilan rayedarên Fransayê bi caran hişyar kiriye û wiha dewam kir: “Eger rûniştin pêk bihatana, wê di wan rûniştinan de ne tenê Omer Guney, di heman demê de dewleta Tirk, MÎT a Tirk û hikûmeta Tirk bihatana darizandin, mahkûmkirin. Ev e rewşa ku dixwestin asteng bikin û asteng kirin. Omer Guney piyonek bû û ev piyon ji holê hat rakirin, dewleta Tirk hat parastin. Ji vê rewşê meqamên Fransa berpirs in.”
Malbatan di daxuyaniya xwe de banga alîkariyê li her kesî kir ku doza edaletê dike.
Mirina kujer divê rohnîkirina komkujiyê asteng neke
Sebaret bi bûyerê, Tevgera Jinê ya Kurd (TJK-E) jî daxuyanî da û got, ji bo hesabê qetlîama Parîsê neyê pirsîn, dewleta Tirk û Fransayê hevkarî kir.
TJK-E di daxuyaniyê de wekî din îşaret bi bazar a di navbera herdu dewletan de kir û wiha dewam kir: “Belge, qeydên deng û şahid derketine holê, eşkere dikin ku ev cinayetên siyasî ji hêla MÎT’ê ve hatine organîzekirin. Wek jinên Kurd em baş dizanin ku ev dozeke siyasî ye û bi encamên ku wê ji dozê derketibane, wê pirsgirêka Kurd bihata ronîkirin. Hêzên ku çaresernekirina pirsgirêka Kurd dixwazin, şer dikişkişînin û pevketina gel dixwazin, pêşî li dadgehkirina kujerekî yekane tewanbarê dozê girtin, ronîkirina pirsgirêka Kurd û cînayeta siyasî ya Parîsê asteng kirine.”
TJK-E´yê got, wek jinên Kurd ew ê ti carî dest ji vê dozê bernedin, banga lidarxistina çalakiyan kir û wiha daxuyanî bi dawî kir: “Mirina kujer divê li pêşiya ronîkirina komkujiyê nebe asteng”.
PARÎS