Merasimê bi strana Kalben dest pê kir, aktor Zekî Alasya yê ku beriya bi du rojan wefat kirî hat bibîranîn. 


'Ken berxwedan e'

Seroka Lijneya Genç'ê Damla Sonmez got, dirûşmeya mîhrîcanê îsal 'Ken berxwedan e' û wiha axivî: "Yên ku li pişt desthilatdariyê diçin, ditirsin ku bikenin. Ken tiştekî kolektîf e. Dema mirov dikene yên derdorên me hemû dikenin. Ji ber wê jî desthilatdarî ji vê yekê ditirse."


Bi Erdogan keniyan 

Piştî vekirinê peyama Serokkomar Erdogan a ji bo mîhrîcanê hat xwendin û hingê kesên li salonê hemû bi hev re keniyan. 


Xelat hatin dayîn

Di çarçoveya mîhrîcanê de xelat hatin dayîn. Aylîn Zoî xelata Bîlge Olgaç a serketinê wergirt, xelata derhênerê herî serketî bû ya Denîz Eyupoglu Aydin û xelata saneryoya herî serketî jî gihişt Nermîn Abadan Unat.  Unat herweha xelta Temayê jî wergirt. Xelata mîhrîcanê ya rûmetê jî layîqî Humeyrayê hat dîtin. Piştî xelatdayînê bi gotina strana "Navê min jin e"  merasîm bi dawî bû. Mîhrîcan wê 10 rojan li Navenda Hunerê Hevdem û Sînemayê Fenera Mezin bi pêşandana filman û çalakiyên cûda dewam bike. 


 DÎHA/ENQERE




Festîvala filman a Ewrûpî li Silêmanî


Balyoza Yekîtiya Ewrûpayê li Iraqê beşdarî li vekirina yekem festîvala filman a Ewrûpî li Silêmanî dike. Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Aso Ferîdun li balafirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê pêşwazî li balyoza Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê Yana Hîbskova kir.

Der barê serdanê de balyoza got, ji bo beşdarîkirina li vekirina yekem fesîtvala filman a Ewrûpî serdana Silêmaniyê kiriye. Festîval roja şemiyê li mûzexaneya niştimanî ya Emnesoreke li Silêmanî hat lidarxistin û ku hevdem e li gel bîranîna 65 saliya roja aştiyê li Ewrûpa. 


 SILÊMANÎ