Qeyûmê Tirk ê ku Şaredariya Dêrikê dagir kiribû, navê Ugur Kaymaz ji parka li Dêrikê biribû. Rêveberiya HDP’ê ya dîsa hat ser kar, navê Ugur Kaymaz ji nû ve li parkê kir. Hevşaredar Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran got, “Me li ser daxwaza gelê xwe dîsa navê parkê kir Ugur Kaymaz. Em bi vê yekê dixwazin ku talangeriya qeyûman ji holê rakin. Armanca me ne ew e ku em li dijî navê Sultan Kose ne. Helbet Sultan nirxek gelê Dêrikê ye. Armanca me ew e ku em rûxandina qeyûman ji holê rakin.”

 

MA / MÊRDÎN