Kurdê bi navê Ûgûr Şakar li bajarê Krefeldê ya Elmanyayê li pêşiya dadgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe. Ûğûr Şakar 40 salî ye û ji Dêrsimê ye. Şakar beriya ku xwe bişewitîne, der barê çalakiya xwe de nameyekê dide hevalê xwe.
Şakar di nameya xwe de wiha qala armaca çalakiya xwe dike:
“Rêhevalên hêja,
Ez tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikim û ez rêhevalên xwe yên çalakger silav dikim, ên ku bi qasî di oxira wê bimirin, ji jiyanê jî hez dikin. Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe didin. Ez bawer im li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê Kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin pêk bînim.
Ez welatên Ewrûpayê yên qaşo dergûşa demokrasiyê jî, protesto dikim. Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xelek, lewma ew li dora Rêbertiya me bûne xelek. Bê Serok jiyan nabe.”
KREFELD