Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Îlhan Kaya û Alk. Doç. Dr. Îlhan Gultekîn û Hîndekarê Zanîngeha Teknîkê ya Yildiz Alk. Doç. Dr. Hasan Aydin, bi civîneke çapemeniyê ya li Lîlûz Otel'ê derketin pêşberî çapemeniyê. Doç. Dr. Kaya da xuyakirin ku UKAM, li 13 bajarên Kurdan di nava 2 hezar û 985 kesan de bi navê "Pirsgirêka Kurd û Têgihiştina Pêvajoya Çareseriyê" lêkolînek daye  kirin.  Kaya diyar kir, ku lêkolîn li ser 3 bingehan hatiye kirin û ev hersê bingeh jî "têgihiştina pêvajoya çareseriyê, aktorên pêvajoyê û beşdarên pêvajoyê" ne.

Statuya welatiyên azad
Li gorî lêkolînê, ji sedî 84'ê beşdaran di mijara çareseriyê de bi hêvî ne û ji sedî 68.35 ê beşdarên ji samimiyeta hukûmetê bawerin jî dibêjin, eger çareserî nebe, wê bandoreke gelekî mezin a neyînî rû bide.  Kaya diyar kir, ku yên dibêjin "Eger hukûmet berpirsyariyên xwe bicih nîne, ezê xeyalşikîneke mezin bijîm" ji sedî 76 e. Yên dibêjin, "Eger PKK berpirsyariyên xwe bicih nîne, ezê xeyalşikîneke mezin bijîm" jî ji sedî 74 e.
Kaya da xuyakirin ku ji sedî 77.69'ê beşdaran dibêjin, eger Erdogan bixwaze dikare pirsgirêkê çareser bike. Li gorî lêkolînê ji sedî 67.2 ê beşdaran destnîşan dikin ku destûreke bingehîn a demokratîk dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.
Doç. Dr. Îlhan Kaya her wiha ragihand ku ji sedî 62.8 ê beşdaran statuya welatiyên azad dixwazin.

AMED