
“…Belkî her veqetîn êşek bû ku dicemidand
Her rêwîtî ber bi cihê destpêka agir ve bû
Lê dema wê nema ji bo girtina hesabê
Evîn, veqetîn û êşan…”*
Di dîroka Kurdistanê de destana herî bi nav û deng helbet PKK’ê nivîsand. Yên ku hiştin ev destan bê nivîsandin jî helbet lehengên nemir in ku di vê oxirê de xwe feda kirin. Lehengî carinan derbasbûna di çembera agir re ye. Carinan rûbirûmayîna bi imtîhanên pir zehmet re ye. Lê lehengî ew e ku mirov ji bo gihiştina armanca xwe her tiştî bigire ber çavan.
Di destana PKK’ê de gelek lehengên navdar û yên bênav hene. Ji wan lehengan yek jî jina porsor ya serhildêr SARA ye, ya ku tifî rûyê dijminê dagirker kir. Ya ku di payîzekê de tovên PKK’ê reşandî û di zivistaneke zemherî de hat hedefgirtin.
Ji welatê çîrok, çîrvanokan, ji warê serhildanan çîroka jineke serhildêr.
Sal 1958 bû. Li welatê sirgûn û qirkirinê, li Dersimê, li gundê Tatxal, ji dê û bavekî ji qirkirinê filitî re keçek çêbû. Ji demsalan demsaleke zivistanê, sar û serma, hişkeserma ango zemherî bû. Paşê wê ev keçik bi hestên tolhildanê, bi berxwedan û têkoşînê bibûya kesayeteke ji pola. Wê keçikê wê çîrokên heta niha hatî gotin ji nû ve bigota, li şûna çîrok û serhatiyên tirsê, destanên heqîqetê binivîsanda.
"Jineke ku zû û di demên destpêkê de gihiştî heqîqetê ye. Asîlbûneke ku jiyana ji rêzê û normal wekî bê kelecan û bê ruh didît, ti carî destûr nedida ku jiyan li ser wê hukimdar be, Dilekî wisa bû ku bawerî pê anîbû ku gavên piçûk wê têrî bikin, ji bo ku baweriya mirovan hemûyan bi mumkinbûna azadiyê bîne."
Berdêleke giran diviya ji bo Kurd, Elewî û jinbûnê, wê jî tercîha xwe kir, wê dê têkoşîna xwe ji bo azadiya van hersê nasnameyan bikira.
Ew ê bi pey celadên dapîr û bapîrên xwe biketa
Vê jina serhildêr wê sond bixwara û bi pey celadên dapîr û bapîrên xwe biketa. Ew ê bi pey şopa nifş û keçên wendakirî biketa. Wê bîhna xwe veneda, ji seriyekî welêt çû seriyekî din ê welêt. Carinan bû sîleyeke hişk li rûyê celadan ket û carinan ket nav çerxa êşkencê ya zaliman bi tenê carekê negot ax û eman. Li seranserê çiyayên welêt, li wan kesên bîhna dayikê ji wan dihat geriya. Li dijî artêşên dagirker çeper girt bi dijwarî şer kir.
Bi têkoşîna xwe ya nîvsedsalê de bi tevahî sînorên di nava dil û mejiyan de bêwate kirin. Bi tevahî jiyana wê bi têkoşînê bihurî. Li dijî faşîzmê, mêtingeriyê, dagirkeriyê, ferdperestiyê têkoşiya.
Erê, em behsa wê keçika xwedî porê sorsosinî, ew keçika serhildêr û keçika rûgeş, yanî Sakîne Cansiz dikin, bi nasnav Sara. Ev rêzikên helbestê mîna ku behsa tekoşîna Sarayê bikin, xwe li hev alandine..
“Em ew kes in, bi isyana xwe ya di nava axê de veşartî,
Ji cem wan golên li keviyên pêgeh bi wan nakeve,
Bi çilguliyên xwe,
Ji nava gelî û newalên kûr tên.
Em ew jin in ku ji demên sor tên,
Em ji tinebûnê hişyarbûn,
Me pişta xwe da qûntarên çiyan,
Gelek caran hilatina rojê di reşikên çavên me de çû ava,
Bedena me ji nû ve zindî bû
Û li ber dengê erbaneyê me qefesa xwe şikand…"
‘Keça min ji Kurdbûna xwe şerm neke’
Sarayê dersa pêşî ya der barê jiyanê de ji diya xwe girt. Şîreta pêşî ya diya wê ev bû "Keça min ji Kurdbûna xwe şerm neke." Ev şîreta diya wê, bû bingeha têkoşîna wê. Û dem tê, Sara çirûska pêşî ya agirê mezin pêdixe. Elaqeya wê ji bo têkoşîna ciwanên şoreşger çêdibe û di nava Şoreşgerên Kurdistanê de cih digire. Di nava Apoyiyan de cih digire ku wê dîroka bextreş a Kurdistanê biguherînin. Li seranserê Kurdistanê digere û behsa heqîqetê dike. Di têkoşîna wê ya li dijî faşîstan de rojekê jî wê dê gazin nekira.
Rê li ber mîladeke nû vedibe
Sal 1978 e. Li Kurdistanê rê li ber serdemeke ango mîladeke nû vedibe. Sara jî wê mal bi mal, kolan bi kolan, bajar bi bajar bigere û behsa azadiya Kurdistanê bike. Sara geh diçe Çewlîkê, geh diçe Elezîzê û geh jî diçe Dersimê. Ji her kesî re behsa rêxistinê dike û dibêje, azadî bi rêxistinbûnê mumkin e. Di 27'ê Mijdara 1978’an de bi nasname û rûmeta Kurdbûn, Elewîbûn û Jinbûnê beşdarî Kongreya Damezrandinê ya PKK’ê bû. Sara, sala 1979’an di çeperên dijwar ê têkoşînê de li Elezîzê tevî komek hevalên xwe hat girtin.
Di dema darbeya eskerî ya 12 Îlona 1980’yî de li Zindana Amedê ye. Li vê zindanê êşkenceyên dûrî aqilan û nedîtî têne kirin. Li dijî êşkenceyan hemûyan û li dijî hewldanên teslîmgirtinê, bi nasnameya xwe ya Apoyî û PKK’yî ti carî bi paş ve gav navêje. Li zindanê jî di nava refên berxwedana şoreşgerî de cih digire. Li zindanên Elezîz, Meletî, Amed, Bûrsa û Çanakaleyê dimîne.
Berxwedana jina serhildêr û helwêsta wê ya li hember dijmin tesîreke dijwar li dost û dijminan kir. Dijmin, êşkenceyên ku tevahiya hêmanên civaka ji rêûresmê tehrîk dikin, li ser pêk dianîn, wan ew tazî kir, elektrîk dan canê wê û tacîza cinsî lê kirin. Lê belê van êrîşên derî mirovahiyê bi tenê berxwedêriya wê xurt kirin. Di dîroka Kurd de, belkî jî ew bû yekem jina Kurd a di destê dijmin de dîl ku li ber tevahiya êrîş û êşkenceya serî hilda û berxwedaneke derî aqilan xurt nîşan da.
Wê ji dadger re got; "Mafê we nîne ku hûn me dadgeh bikin, gel wê me dadgeh bike” Destûr nehat dayîn ku parêzerê wê wê biparêze, wê jî got, ‘Ez ê bi xwe, xwe biparêzim'.
Mêhtingerî li hemberî berxwedana wê li petaxê ket. Wê tif kiribû rûyê celadê bi navê Esat Oktay û vê jî ne tenê rêhevalên wê wêrek kirin, di heman demê de tesîr li civaka Kurd kir. Vê berxwedan û serhildanê wê têgihiştina di bîra civakî de ya dewlet, hêz û desthilatdariyê bi erdê re kire yek.
Jineke azad û welatekî azad xeyala wê ya pêşî û ya dawî bû
Sala 1991'ê ji zindanê derdikeve Sara. Piştî ku ji zindanê derdikeve bi awayekî çalaktir di nava têkoşînê de cih digire. Diçe Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Rojhilata Navîn û tevlî perwerdeyên eskerî û îdeolojîk ên Rêbertiya PKK’ê dibe. Beşdarî Yekemîn Konferansa Zindanê dibe. Demekê jî li Filistîn, Sûrî û Rojavayê Kurdistanê dimîne. Paşê li serê çiyayên Kurdistanê di nava têkoşîna gerîla de cih girt. Demeke dirêj li serê çiyayên Kurdistanê ma. Beşdarî konferans û kongreyên Tevgera Jinên Azad û yên PKK’ê dibû. Paşê li Ewrûpayê xebatên tevgera azadiyê dan meşandin. Sakîne Cansiz tevî xebatên xwe yên li Ewrûpayê car caran çû çiyayên azad ên Kurdistanê jî.
Sara yek ji damezrînerên PKK’ê û pêşenga Tevgera Azadiya Jinê bû.
Di 9'ê Çileya 2013’an de tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hat qetilkirin. Hevrêya 40 salî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sara her tim hewl da felsefeyê azadiye rast bixwîne, rast bi cih bîne û hêjayî wê be. Jineke azad û welatekî azad xeyala wê ya pêşî û ya dawî bû.
Ew veguherî Banyan a ku li çar parçeyên Kurdistanê, li Rojhilta Navîn, li Ewrûpa, li çiya, gund û bajaran çawa ku guliyên wê gihiştin erdên kat dide û şax berdide û vediguhere bi sedan daran. Ew bû Banyana Jinan, Kurdan û tevahiya mirovahiyê û her zêde dibe...
* Ji pirtûka helbestê a bi navê ‘Aksi Yalandır’ a Sara Aktaş