Midûriyeta Bajar a Turîzmê û Çandê ya Wanê ji bo ku Dêra Axtamara di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO cih bigire bi awayekî fermî miracaet kir li Midûriyeta Giştî ya Muzeyan. Dêra Axtamara ya li Girava Axtamara ya li navçeya Westanê, di navbera salên 915 û 921'ê de li ser navê Xaça Pîroz ji aliyê qral 1. Vaspurakan ve bi Keşe Manuel ve hate çêkirin. Dêr bi hunera serdema navîn a Ermeniyan hate çêkirin û dêr ji kevirên sor ên andezît hatiye çêkirin. LI ser dêrê neqşên nebat û sewalan hene.


Axtamara pîvanan bi cih tîne
Piştî ku 95 salan bi şûn de 19'ê Îlona 2010'an li îbadetê hate vekirin, her sal bi hezaran turîst diçin serdana Dêra Axtamara. Midûrê Turîzm û Çandê yê bajêr Muzaffer Aktug serlêdana ji bo Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê nirxand û diyar kir ku ji bo Dêra Axtamara di lîsteya mîrateyên cîhanê de cih bigire bi Midûriyeta Giştî ya Muzeyên Berhemên Çandî ya Wezareta Turîzm û Çandê amadekarî kirin û wiha peyivî: "ji bo berhemeke dîrokî bikeve Lîsteya Mîrateyên Cîhanê, divê 10 krîterên wê hebin. Me li ser vê yekê xebat meşandin û ji ber Dêra Axtamarayê van krîteran pêk tîne, me miracaet kir."
Aktug, anî ziman ku Dêra Axtamara ji bo ku di lîsteyê de cih bigire ji 10 pîvanan 6´an pêk tîne û ji ber vê wan Hezîrana bihurî miracaet kir. Aktug, da zanîn ku 175 welat endamên UNESCO'yê ne, berhem ji aliyê nûnerên 21 welatan ve li lîsteyê tên zêdekirin û wiha axivî: "di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de 13 berhemên dîrokî yên Tirkiyeyê hene. Di lîsteya mîrateyan de Mizgefta Selîmiye ya li Edîrne û Kapadokya ya li Pamukkale cih digirin. Em dixwazin Dêra Axtamar jî cih bigire. Ji bo ku berhem di lîsteyê de cih bigire ji 10 krîteran yek jî pêk bê bes e."

'Di lîsteya demî de cih digire'

Aktug îşaret pê kir ku dêr hem di warê dînî de hem jî di warê avahîsaziyê de nûnertiya kevneşopiya dînî dike û wiha pê de çû: “Li Dêra Axtamarayê her sal Îlonê ji aliyê Patrîgê Stenbolê ve ayîna navneteweyî tê kirin. Ji ber vê yekê Dêra Axtamara ji bo bawerî û kevneşopiyê berhemeke zindî ye. Dêra me jixwe di lîsteya demî ya UNESCO´yê de cih digire. Em li bendê ne ku di lîsteya bingehî de cih bigire. Heke UNESCO dêrê bigire lîsteyê dê ji aliyê UNESCO ve bê parastin. Herçî berhemên dîrokî me, Wan gelekî dewlemend e. Bi tenê Dêra Axtamara na, Kelha Wanê jî berhemeke dîrokî ye. Heke Dêra Axtamara bigirin lîsteyê dê ji bo Kelha Wanê xebatan bikin." 

DIHA/WAN