Nûnerên UNESCO´yî piştî miracaetê bi 4 salan çûn navçeya Amedê Sûrê û lêkolîn kirin. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê, Şerefhan Aydin li ser meseleyê got, erênî ye, lê gaveke pirr derengmayî ye: “Sûr ser û binî hev hat kirin. 6 tax tev hatin rûxandin. Xwezî UNESCO dema bûyer germ bû bihata, lêkolîn bikiraya.“
Beriya bi 4 salan dema Sûr hat dorpêçkirin û polîs û eskerên dewleta Tirk bi tang û topan gule li Sûrê barandin, Odeya Mîmaran a Amedê, ji UNESCO xwestibû ku lêkolîna li Sûrê bike. Odeyê bi rêya TMMOB’ê ji UNESCO´yê xwest ku çand û mîrateya dîrokî bê parastin. Piştî bi 4 salan destûr hat dayîn ku Mîsyona Şopandina Reaktîf a UNESCO´yê li Sûrê lêkolînan bike. Heyeta UNESCO´yê axir çû lêkolîn kirin. Di rojeva heyetê de guhertinên li Sûrê yên ku Wezareta Bajarvanî û Derdorê beyî UNESCO´yê dest pê kir jî hene. Di Plana Îmarê ya bi Armanca Parastina Sûrê de planên bêyî agahiya UNESCO jî hene. Hat diyarkirin ku planên bêyî agahiya UNESCO´yê hatine amadekirin ji aliyê UNESCO ve nehatine qebûlkirin. Heyet wê lêkolînan li ser planên hatine kirin û xaniyên li gorî planê tên avakirin jî bike.
Ne tenê bi dewletê re bi civaka sivîl re jî rûnên
Têkildarî mijarê Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin got, heyeta UNESCO´yê hatiye li Surê lêkolîn kirine, ev erênî ye, lê ji ber kku piştî bi 4 salan hatiye, gaveke pirr dereng mayî ye. Wî wiha dewam kir: “Sûr ser û binî hev hat kirin. 6 tax tevde hatin rûxandin. Xwezî UNESCO dema bûyer germ bû bihata lêkolîn bikiraya. Heger heyet berê hatibûya, wê bidîta avahiyên zerar li wan nebûyî çawa hatin hilweşandin, wê dê ew rewş bidîta.”
Aydin anî ziman ku serdana heyetê wê bibe wesîle ku taxrîbata li Sûrê, mezintir nebe û bibe sedem ku restorasyona wê bê kirin. Aydin xwest heyeta UNESCO´yê ne tenê bi rayedarên dewletê re, bi nûnerên saziyên sivîl û civakî re jî hevdîtinan bike.
AMED