Rêxistina Mîrateyên Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), li Azerbaycanê berî civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya 43’yemîn li dar bixe, raporek weşand. UNESCO di raporê de diyar dike ku ew dixwazin navçeya Sûrê ya Amedê ku di dema şer de hat hilweşandin û Baxçeyên Hewselê ku weke Qadên Dîmenên Çandê hatine îlankirin, lêkolîn bikin. Endamê Komîteya Rêveberiya Şaxa Odeya Avahîsaz a Amedê Herdem Dogrûl der barê vê biryara UNESCO de axivî û nêrînên xwe anîn ziman.
Biryareke derengmayî ye
Gorûl, rapora ÛNESCO, şandeya bê lêkolîn bike û xebatên ji bo Çemê Dîcle rexne kirin û wiha got: “Ev biryarek pir derengmayî ye. Lê ligel vê jî em ê xebatên xwe pêşkêşî şandeya UNESCO bikin.”
Dogrûl bi bîr xist ku ji ber şer ji sedî 50 navçeya Sûrê tune bûye û got: “Ji ber vê yekê şandeya UNESCO ya bê navçeya Sûrê divê serbixwe be. Li Sûrê 87 avahiyên tomarkirî û 247 avahiyên hêjayî tomarkirinê hatin dîtin, hatine tunekirin. Nêzî 25 hezar mirov neçar man koçber bibin. Lê piştî 4 salan UNESCO nû daxwaza lêkolînê dike. Vê biryara UNESCO em kêfxweş nekirin.
Tenê digotin em bi fikar in
UNESCO berî ku daxwaza lêkolînê ji Tirkiyeyê bike, diviyabû lîsteya Sûrê lêkolîn bike. UNESCO pir dereng ma. UNESCO ev 4 sal in ti gotinek der barê Sûrê de nekiriye. Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji bo bûyerên li Sûrê rûdan tim gotin ‘em biguman in, bi fikar in û di nava gumanan de ne.’ Me jî tim ji wan re got, ‘fikarên xwe danîn aliyekî, werin vê derê û em bibin asteng.’ Lê nehatin.”
AMED