Dewleta Tirk bi qeyûm şaredariya Wanê dagir kiribû, vî qeyûmê hanê jî pêşî Kurdî rakir ji meydanê, piştre jî bi rengekî ji rengan yek ji deverên herî girîng ên şên ên Urartuyan li pişta Keleha Wanê dagir kir.

Dewleta Tirk beriya bêhtirî deh rojan, şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi qeyûman dagir kirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Wanê bû. Waliyê weke qeyûm şaredarî ji bo dewleta Tirk dagir kir, weke yek ji karên pêşî, navê Kurdî yê şaredariyê ji hesabê şaredariyê yê Twitterê biribû. Niha jî eşkere bû ku ev dagirkerî ne li dijî şaredariyên Kurdistanê yên îro tenê ye, ew li dijî tevahiya erda Kurdistanê ye bêyî ku li zeman û mekan rawest e. Qeyûm alîkariya ji bo kolanên arkeolojîk ên zanistî bêyî hincet, bahane û hişyarî bi carekê rawestand.

Ev kolanên arkeolojîk bi serektiya midûrê Navenda Dîrok û Arkeolojiyê ya Herêma Wanê ya Zanîngeha Stenbolê Doçent Doktor Erkan Konyar dihatin kirin. Ev kolanên hanê bi komeke ji 50 arkeologên ji 10 zanîngehên Tirkiyeyê, dihatin kirin. Niha kolan li girê ji aliyê bakur ve li pişta Keleha Wanê dewam dikin, lê lêkolîner divê êdî ji mesrefên xwe kêm bikin. Mesela servîsa wesaîtan, nema, divê ew bimeşin.

Şaredariya hilbijartî destek da

Serekê koma kolana arkeolojîk da zanîn ku beriya bi 3 mehan wan dest bi kolanê kiribû û beriya bi mehekê jî wan bi wezareta çandê ya dewleta Tirk û bi şaredariyê re li hev kiribû ku alîkariya lojîstîkê bidin. Lê sibehekê gava ku wesaîta servîsê ya şaredariyê nehat, hîna nû ew pê hisiyan ku qeyûmê dagirker alîkarî rawestandiye.

Yek ji navendên girîng ên Urartuyan e

Konyar vê kirina qeyûm a qutkirina alîkariya veguheztinê ya ji bo kolana arkeolojîk, bêmane bibîne jî Kurd xweş manedar dikin: Dewleta Tirk Urartu jî bi qeyûm dagir kir.   

Konyar got, ew li yekê ji navendên herî girîng ên Urartuyê kolanê dikin û qutkirina alîkariyê dikare bibe sedem ku ew kolana arkeolojîk rawestînin.

Zanistê ceza dikin

Konyar ne tenê ji vê helwêstê, lê ji awayê kirina wê jî aciz e: “Qeyûm ti agahî neda me û alîkariya wesaîtê ji ser me qut kir; niha jî dibêje nivîsan hemûyan ji nû ve bişînin. Lê di vî karî de misêwabûn esas e. Wê lazim bibe ku em navberê bidin kolanê. Bi awayekî eşkere û fermî pêvajoyeke cezakirinê heye. Lê em ê bi meşê kolana arkeolojîk dewam bikin."

Avahî wê li gorî mîmariyê bihatana çêkirin

Li vî girê li bakurê Keleha Wanê, avahiyên mîmarî wê bi kerpîçên mîna yên serdema Urartiyan ji nû ve bên çêkirin û xebatên vê yekê dewam dikin. Wekî din lêkolînên zanistî yên li ser dîrok, çand û awayê jiyanê yê Urartuyan tên kirin. Ev girê hanê yek ji mezintirîn deverên şên ên Urartuyan bûye. Di encama kolanan de li vir skletekî bê serî yê mirovan hatibû dîtin. Li gorî nirxandina pêşî, skelet qederê 2 hezar û 700 salî ye. Niha koma kolana arkeolojîk li ser vî skeletî jî lêkolînê dike.

Lê ka ev helwêsta qeyûmê dagirker wê bihêle lêkolîn û kolana arkeolojîk dewam bikin yan na, em ji niha ve pê nizanin. Ji ber ku ev tehlûke li ser yekê ji navendên herî girîng ên Urartiyan jî heye, em dikarin bibêjin, dewleta Tirk bi qeyûm ne tenê şaredariya Wanê dagir kir, lê wê her wiha welatê Urartuyan jî dagir kir.

 

WAN