Îştar hewl dide cinawirê ji kevir ê bi navê Ullîkumî ji ser hiş bibe, bixapîne, lê beyxûde ye. Xweda Kumarbi banga civînê li xwedayan dike, bi fikar e lê êdî dereng maye. Ullîkumî veguheriye cinawirekî mezin ku êdî nayê têkbirin. Teşub li dijî cinawir derdikeve, lê bi ser nakeve. Ullîkumî dixwaze xwedayê bagerê bikuje û mirovahiyê hemûyî tine bike. Ea di desteya xwedayan de xwe weke parêzvanê mirovahiyê nîşan dide. Ullîkumî di bihuşt û dojeha li ser milê Upllurî xwe veşartiye. Ea ji xwedayê afirîner kêrê distîne, erd û ezmanan diqelişîne. Bi vî rengî Ullikumi ji milê Upelluri dadikeve, ev yek jî hêza cinawir gelekî qels dike.
Ev çîrok di mîtolojiya Hûrî de cih digire, lê belê beşa wê ya ji vê û pê ve nehatiye kifşkirin. Nîvco maye. Hem ziman hem jî koka Hûriyan kêm tê zanîn. Strana Ullikumi yan jî demeke gelekî beriya hozanê navdar ê weke helbesta dîdaktîk a Yewnan tê zanîn Hesîodos, Hûrrî xwedî gelek mîtên weke Theogonîsî ne ku behsa koka xwedayan dikin. Li ser vê şaristaniyê lêkolînên gelekî kûr nehatine kirin. Şopa paytexta wê ya ya efsanewî jî, di demeke nêz de hat dîtin. Hejmareke gelekî kêm a nivîsên kevnare û belge hene.
Her çend dîroknasên cîhana Rojava ji aliyê giştî ve behsa Kurdan nakin jî, lê gelek çavkaniyên girîng qebûl dikin ku Hûrî bav û kalên Kurdan e. Huriyên li Bakurê Mezopotamya û Zagrosan bicih bûn, li van deran qraliyetên biçûk ava kirin. Tê zanîn ku Hûrî Beriya Mîladê di hezarsala sêyemîn de derketine holê.
Paytexta beriya 4 hezar salan Urkeş ku weke bajarê efsaneyî yê Hûriyan tê zanîn, di encama kolanên heşt salan ên Marilyn Kelley Buccellati û Giorgio Bucellati de sala 1995'an li Girê Mozan derket holê. Ev gund 5 kîlometroyan dûrî Amûdê ye. Ji Zanîngeha Kaliforniyayê doktor Buccelatti, çîroka bajarê mezin ê Hurriyan Urkeş ê li navbea Firat û Dîcleyê kire rastî.
Keşfa Urkeşê, ji bo baş naskirina gelê Hûrî yê nehatiye rohnîkirin, bû keşfeke mezin. Buccelletî hînê di wê demê de, di kolanên li herêmeke ji sedî yek ê bajêr de, qadeke qraltiyê ya 600 obje lê bûn, ku şopa perestgehekê û mora wê jî lê hebûn, dîtibû. Tê texmînkirin ku li vî bajarî 10 hezar heta 20 hezar kes jiyane. Navê qral Tupkiş e. Lê dema li mohra wê bê temaşekirin, tê dîtin ku melîkeyeke xwedî roleke girîng heye. Navê wê Uknîtum e. Bi zimanê Akadî tê wateya "Keça Lapis-Lazuli". Ev keşif di heman demê de balê dikşîne ser paytexta Împaratoriya Akadan a hînê nehatiye kifşkirin.
Qanûna parastina Urkêş
Girê Mozan îro li Kantona Cizîrê ye. Di dema rejîma Baasê de ev dîrok baş nehatiye parastin. Bi saya şoreşa Rojava ji bandorên şer hat parastin. Hînê li herêmê bermahîyên dîrokî gelekî tên dîtin. Wezîrê Tûrîzm û Hawidorê yê Kantona Cizîrê Lokman Ehmê diyar kir ku ji bo parastina vê qada dîrokî ya axa wî gelekî hûr e, wan paçek avêtiye ser qadê.
Ehmê dibêje 'van du sê salên dawî, kes nehatiye vir" û anî ziman ku di rewşa heyî de ji bo parastina herêmê, wan kolanên arkeolojîk dane sekinandin.
Ehmê got, "rêbazên niha yên parastinê; destûr nedana kolana bi serê xwe ya herêmê. Bi vê armancê hêzên YPG û Asayîşê parastina qadê dikin. Der barê vê mijarê de, li hemberî kesên bêyî haya me li herêmê kolanê bike, me qanûnek derxist. Ev qanûn ji bo parastina berhemên dîrokî û parastina dîwar, odeyên bên kifşkirin e."
Xebateke bi salan divê
Ne bi tenê Girê Mozan, gelek qadên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê rastî kolanên rasterast ên qaçax û êrîşan hatin. Rayedarên Kantona Cizîrê dixwazin bi UNESCO´yê re peywendiyê deynin û qadên dîrokî bi xurtî werin parastin. Ehmê dibêje, "Xebateke bi salan jê re divê. Bi saya YPG'ê niha ewle ye, lê belê ev têrê nake. Divê cewhera wê bê parastin. Em lêdikolin ka berhemên beriya niha hatine derxistin, bi ku ve çûne." Ehmê da xuyakirin ku ew hîn bûne beşek ji van birine muzexneya Helebê û got, "lê me dît ku yên li wir ne orjînal in. Em pê hesiyan ku orjînalên wan li cihên weke Franse, Emerîka û Elmanyayê ne."
Ev gir çawa ava bû?
Li gorî agahiyên wezaretiyê da, li vê qadê du peykerên şêr û mohreke milaketekê derket. Wezîrê Tûrîzmê Ehmê diyar kir ku tekane cihê neketiye binê bin serdestiya Akadan Urkeş e û got, "Em demekê çûn herêma Hedade ya Tirbespiyê. Me dît ku kerpîçên li wir hatine dîtin û yên li Girê Mozanê weke hev in. Her wiha me dît ku nivîsên li ser tasa avê û ya li Hedade weke hev in. Niha pirsa herî girîng ji bo me; ev gir çawa çê bûye? Ji ber ku axa wê naşibe axa herêmê."
Rojavayê Kurdistanê, ji bo temamkirina mîtolojiya nîvco ya Hûriyan, naskirina Urkeş û tevahiya şaristaniyê, firsendên girîng pêşkêş dike. Ji bo vê jî pêwistî heye bi lêkolînên pisporan.
NÊRGIZ BOTAN / ANHA/TEL MOZAN