
Di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê di hemû çalakiyên girseyî, bi taybetî di grevên birçîbûnê de stranek dihate strîn; “Ûrmiye Ûrmiye lê lê gulê… Ûrmiye ya Kurdan e…” Di vê stranê de navê bajarên ji her çar parçeyên welêt bi hestên Kurdistanî û bi coş dihatin bilêvkirin, lê ev stran bi navê Ûrmiyeyê dihate nasîn. Ji wan rojan heta îro him Kurdan bi xwe him jî xelkên cîhanê gişt Kurdistan û têkoşîna ku bona azadiya wê tê dayîn nas kir. Îro Kurd helbet cografyaya welatê xwe hinekî nas dikin, lê pêwiste ku li parçeyên din ên welat xwişk û birayên xwe çawa dijîn û bi kîjan polîtîkayên serdestan re rûbirûne jî bizanin. Em dixwazin ‘Ûrmiye ya Kurdan’ û navendên din ên li derdora wê yên Rojhilatê Kurdistanê bi agahiyên rojnamevaneke ji Ûrmiyeyê bidin nasandin. Ez û rojnamevan Gelawêj Ewrîn li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê rastî hev hatin. Min Ûrmiye ji wê pirs kir; wê jî li ser Ûrmiyeyê ev agahî dan...
Dikarî di derbarê sîstema îdarî ya herêma Ûrmiyeyê de çi bêje? Bi zêdeyî kîjan xelk lê hene, bi kîjan zimanan diaxivin, bawermendên kîjan olê ne û têkiliyên bi hev re çawa ne?
Ûrmiye di sîstema îdarî ya Îranê de parêzgeha(Ostan) Eyaleta Azerbaycana Rojava ye. Bajar û bajarokên (Şehristan) girêdayî wê Bazirgan, Mako, Xoy (Kela), Selmas (Şapûr), navenda Ûrmiyeyê, Şîno, Pîranşar, Mahabad, Bokan, Neqede, Tekab, Şahîndêj û çend navçeyên din ên biçûk in. Li parezgeha Ûrmiyeyê Kurd, Azerî, Ermenî û Asûrî dijîn. Hejmara Kurd û Azeriyan nêzî hevdu ye. Her çiqas piraniya Kurdan li gundan bi war bin jî, di salên vê dawiyê de li bajaran jî hejmara Kurdan her ku diçe zêde dibe û bi her rengîniya xwe bandorê li ser jiyana bajarî dikin. Berê têkiliyên di navbera Kurd û Azeriyan de bi taybetî li bakurê herêmê li navendên Xoy û Makoyê ne baş bû. Îro nakokiyên di nav herdu xelkan de ne mîna berê be jî hê li hinek cihan bi taybet li navenda bajarê Xoyê nijadperestiya Azerîtiyê hinek bi bandor e. Li hinek gundan Kurd û Ermenî bi hev re ne û tu pirsgirêk di nava wan de nayê jiyîn. Li parezgeha Ûrmiyeyê baweriya piraniya Kurdan Sunnîtiya Îslamê ye. Azerî bi Şiîtiyê bawer dikin, ji xwe Ermenî û Asûrî Xiristiyan in. Di nav Azerî û Farisên li parezgehê de kes û komên bi ola Zerdeştiyê bawer dikin jî hene. Bawerî di nava Kurdan, bi taybetî jî di nava Kurdên Kurmancên Sunnî de ne gorî dîna dewletê ye. Di piraniya gundan de mizgeft tine bûye û di van salên dawî de dewletê çêkiriye. Bandora dîn û siyaseta dînê dewletê li ser Kurdên Soranîaxêv hîn zêdetir e.
Kurdên li Mako, Xoy, Selmas, Ûrmiyê bi tevahî, li Şînoyê jî nîvê wan bi zaravayê Kurmancî diaxivin. Kurdên li Mahabad, Şîno, Neqede, Bokan û Pîranşarê jî bi zaravayê Soranî diaxivin. Li bajarênTekab û Şahîndêjê nifûs bi piranî Azerî ye û Kurdên li van bajaran bi Soranî dipeyivin.
Bazara Ûrmiyê bi zêdeyî di bin bandora kîjan xelkî de ye?
Bazara parêzgeha Ûrmiyê bi piranî di deste Azeriyan de ye. Ne tenê li Ûrmiye û Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Îranê di hêla ekonomiyê de bandoreke berbiçav a Azeriyan heye. Di salên dawiyê de bi bajarîbûna Kurdan ve di bazarê de hebûna Kurdan jî êdî xwe dide xuyakirin. Hejmara Kurdên xwedî ax û erd ne hindike. Li gel vê yekê qaçaxcitî jî karekî ku Kurd di bazarê de bandora xwe pê hîn zêdetir dikin e.
Li Mahabadê çandinî pirr pêşketî ye. Ûrmiye bi sêv û tirî û Şîno jî bi gîlasên (kîraz) xwe tê nas kirin. Li bakurê herêmê, bi tabetî jî li derdora Mako û Xoyê Kurd bi xwedîkirina pez debara xwe dikin.
Li herêmê rewşa siyaseta Kurdî çawa ye?
Beriya têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li herêmên ku Kurd bi zaraveyê Kurmancî diaxivin bandora PDK-Îranê hebû. Pêşmergetî jî wek karekî pîroz dihate pêşwazî kirin. Lê piştî têkçûna tevgera Abdurrahman Qasimlo, kes an jî komeke ku pêşmergetiyê dike nema. Tesîra siyasî ya vê tevgerê jî li Rojhilat zêde nemaye. Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê di destpêkê de li herêmên bakurê parêzgeha Ûrmiyeyê û di nava Kurdên Kurmancîaxêv de pêşket û paşê jî bandora xwe li herêmên başûr ên ku piranî bi Kelhorî û Soranî diaxivin kir. Îro li seranserê Rojhilatê Kurdistanê tevgera siyasî ya herî bi bandor PKK ye.
Li parêzgehê rewşa civakî çawa ye? Bi taybetî partiyên siyasî bandoreke çawa li ser jiyana civakî ya xelkê kirine?
Li parêzgeha Ûrmiyê mirov berê di rewşa civakî de di nava Kurdên Soran û Kurmanc de cudahiyeke eşkere didît. Herêmên bakûr ên Kurmancî diaxivin hêjî di bin bandora feodalîteyê de ne; lê li herêmên başûr ên bi Soranî diaxivin jiyana civakî wek pêşketî xuya dike. Lê li başûr jiyan her çiqas wek pêşketî xuya bike jî bi zêdeyî di bin bandora modernîzmê de ye. Bi pêşketina têkoşîna Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkiliyên di nava Kurdên Kurmanc û Soran de nêzî hevdu û baştir bû. Îro lixwekirina kincên Kurdî bi pêşketiye û ji xwefedîkirin êdî nemaye. Mirov dikare beje, ku li herêmê ev helwesta civakî ya erênî wek bandoreke têkoşîna PKK û PJAK’ê bi pêş ket.
Jiyana çandî û huneri li herêmê çawa ye? Tu dikare me di derbarê helwesta rejîma Îranê ya li hember rêxistinîbûna Kurdan a di warê kulturî, hunerî û weşangeriyê de ronî bike?
Rewşenbîrî, edebiyat, mûzîk û karên din ên çand û hunerê herî zêde di nava Kurdên Soranîaxêv de pêşketiye. Li piraniya bajarên parêzgeha Ûrmiyeyê zanîngeh hene. Xwendin di nava Kurmancan de paş de maye, lê li başûrê herêmê him di jiyana civakî him jî di postên dewletê de Kurdî, bi taybetî zaravê Soranî xwedî bandoreke berbiçav e. Helbestvanên wek Hêmin Mukriyanî û Hejar ji vê herêmê ne. Hesen Zîrek jî bixwe ji Bokanê ye. Hesen Zîrek kesekî nexwendîye; lê bi hezaran stran him nivîsiye û him jî strandiye. Bi vê taybetmendiya xwe li tevahiya Îranê jî tê naskirin. Çanda dengbêjiyê di nava Kurdên li herêmên bakur ên bi Kurmancî diaxivin bi taybetî jî di nava jinan de pirr pêşketiye. Îran Xanim yek ji wan jinên navdare ku hêjî xelkê herêmê lê guhdar dikin. Di van salên dawî de jî hunermendên weke Huseyinê Serhedê û Kawisê Milanî çend ji dengbêjên têne naskirinin. Li Mahabad û hinek bajarên din saziyên çand û hûnerê hebin jî nikarin kar û xebatên demdirêj bimeşînin. Herwiha kovareke bi navê ‘Sirve’ heye ku bi salane derdikeve û bi taybetî bi Soranî tê weşandin û car caran jî şûnê dide nivîsên Kurmancî jî. Televîzyon û radyoyên herêmî yên dewletê weşanê dikin jî tenê feraseta rejîmê belav dikin. Di zanîngehan de xwendekarên Kurd bi zordestiya dewletê re rû bir û ne; nikarin bi azadî birêxistinî bibin û çalakiyên çandî û siyasî jî bi awayekî azad nikarin li darbixin. Xwendekar car caran di çalakiyên bi navê ‘Şevêşiîr’ (şeva helbestan) de têne gel hev.
XELÎL DALKILIÇ