Kaniya wî pirr çand bûn
Dema Beşîr dest bi muzîkê dike bajarê Mûsilê di warê çandî de bajarekî dewlemend bû. Bajar ji çandên kurd, ereb, asurî û tirkmenan pêk dihat. Beşîr di nav dewlemendiya çandeke wiha de gihişt. Mala wan cihê hevdîtina çandên cuda bû. Beşîr di zarokatiya xwe de hemû deng di hişê xwe de qeyd kirin.
Bavê Beşîr ji bo ku kurê wî udê baş hîn bibe dixwest perwerdehiya muzîka klasîk ya ereban bibîne. Bavê wî di 6 saliya wî de ji bo perwerdehiya muzîkê bibîne dişîne Bexdayê. Beşîr li vir di konservatuara Şerîf Muhyiddîn Haydar Targan de dest bi perwerdê kir. Dema ku Beşîr li konservatuarê dest bi perwerdê kir ew dem muzîka klasîk a ereban demode bûbû û di bin bandora rojava de tarzeke muzîka nû dihate afirandin. Beşîr di navbera salên 1945-1950’î de ligel ciwaniya xwe di Akademiya Hunerên Bedew a Bexdayê de hem perwerde dida û hem jî di radyoya Bexdayê de şêwirmendiya muzîkê dikir.
Mamosteyê Feyrûz
Navûdengê Beşîr di demeke e kurt de li Rojhilata Navîn belav bû. Hunera wî ji aliyê girseyên berfireh ve rastî eleqeyê dihat. Di vê pêvajoyê de navê wî heta Beyrutê çûbû. Di sala 1952’an de çawa çû hem li pey Feyruz li udê dida û hem jî ji Feyruz re mamostetî dikir. Her wiha di konservatuvarên Beyrutê de ders dan.
Salên 1953-1954 salên ku ji aliyê her kesî ve ustadê udê dihat pejirandin bû. Beşîr yekem car konsera xwe ya solo sala 1953’ê li Stenbolê da. Di sala 1954’an de hê di 24 saliya xwe de derket televîzyona Iraqê. Di 1957’an de derket turneya Ewropayê û piştî ku Qral II’emîn Faysal bi derbeya leşkerî ji peywirê hat girtin venegeriya welatê xwe.
Ew û Kodaly
Beşîr demekê li Beyrût û hin navendên Ewropayê ma. Di sala 1960’î de li Budapeşteyê bi cih bû heta dawiya emrê xwe li vir ma. Li vir sedema bijartina wî ew bû ku li vir metropola muzîkê ya Ewropayê bû.
Beşîr di Konservatuvara Liszt Franz de ji cem Zoltan Kodaly perwerdeha muzîkê dît û di sala 1965’an de doktroya muzîkolojiyê girt. Di navbera Kodaly û Beşîr de dostaniyek çêbû. Piştî ku Kodaly di 1967’an de jiyana xwe ji dest da Beşîr vegeriya Beyrutê. Beşîr li vir teklîfên tu muzîkjenan nepejirand û careke din vegeriya Budapeşteyê. Beşîr wê demê gelek navendên Ewropayê konser dan. Li Ewropa û Amerîkayê hunermendê herî navûdeng ê Rojhilata Navîn hat dîtin.
Ew rewş li Iraqê jî bi bandor dikir. Di sala 1973’an de Wezareta Enformasyanê ya Iraqê Beşîr kire endamê Komîteya Çandê. Rejîma Baasê dixwest wekî ku asurî û kurdan di nav welat de cih bigirin bi kar bîne. Beşîr gelek caran diçû Bexdayê û dihat. Beşîr ji bo projeya tomarkirina berhemên muzîka klasîk piştgirî ji Rejîma Baasê girt û tevî xwendekarên xwe dest bi xebatê kir. Beşîr ev xebata xwe di sala 1987’an de dema şerê Îran û Iraqê dewam dikir qedand. Piştî şerê Kendavê di sala 1991’î de ji bo careke din venegere Iraq terk kir.
Beşîr wekî ku çawa bavê wî ew di perwerdehiya muzîkê de gihandibû wî jî kurê xwe di muzîkê de perwerde kir. Bi tevî kurê xwe Omer Beşîr konser dan û rastî eleqeyeke germ hat. Albuma ku tevî kurê xwe Omer Beşîr di sala 1994’an de derxist rastî eleqeyeke germ hat. Beşîr di wê demê de bû serokê Konseya Muzîkê ya Navneteweyeyî ya UNESCO’yê. Ustadê udê Munîr Beşîr di sala 1997’an de dema ku ji bo biçe Meksîkayê xwe amade dikir di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Stîla wî ya mûzîkê
Beşîr ji ustadên udê yên ereban ji çend xalan cuda ye. Beşîr hem li ser meqaman ceribandin dikir û hem jî di navbera meqaman de dema derbasî dikir di heman berhemê de çend meqam bi hev re bi kar dianîn. Bi vî awayî ji hunermendên din ên ku di bin tesîra muzîka rojava de diman cudatir bû. Beşîr li ser stranên cuda akordên udê yên cuda çêdikirin û ev yek wekî pergalekê li pey xwe hişt. Gelek akordên wî yên wekî ceribandin di roja me de hê jî nehatine bikaranîn. Pergala akordê ya bi kar dianî îro bi giştî wekî navê wî tê bikaranîn. Beşîr ud ji bilî mizrabê hin caran jî wekî enstrumanên rojava ji pêçiyên xwe ve lêdida. Di demên dawî de êdî Beşîr dev ji mîzrabê berdabû.
NAVENDA NÛÇEYAN/ DIHA/AMED