NÎZAM BARAN / KASBACH

Li bajarokê Elmanyayê Kasbach-Ohlenbergê, Navenda Civana Jinan UTAMARAʼyê konferansa xwe ya salane bi beşdariya qederê 100 endam, jin û zarokî li dar xist.

Destpêka konferansê de Koma Tembûrê ya UTAMARAʼyê konsereke piçûk da. Piştre çalakvana jin a Kurd Şukran Sincar axaftina destpêkê kir.

Şukran Sincar got, “Televizyon, telefon, lîstikên kompûterê, twitter, Facebook, Instagram, Snapchat û gelek amûrên din mirovan asê dikin li mekanekî xeyalî, ê teknîk, teng, bê ruh de. Bi vê dinyayeke zihnî ya li şidetê vekirî tê avakirin. Di ser medyaya civakî de hevaltî û civakeke xeyalî tê afirandin û li aliyê din ferdekî bê civak, ê manewiyata wî hatiye tinekirin, tenê hiştî dike, pê re jiyanê bêmane dike, ferdan beramberî pirsgirêkan bêzar dike û wan di nava xeleka bêzariyê de wan asê dike. Jina ku pirsgirêkên xwe nikare çareser bike, gava şiddet jî lê dibe, heger destekek civakî nebîne, yan serê xwe ditewîne beramberî şiddetê yan jî xwekuştinê weke çareserî dibîne.”

Esas hêzeke rêxistinkirî ye

Şukran Sincar wekî din got, devjihevberdan jî şideta li dijî jinê yan jî tehlûkeya kuştina jinê ji holê ranabe û saziyên ku di vê pêvajoyê de jin dikare berê xwe ji bo starê bide wan jî têra xwe bikêrhatî nînin û bi ser de jî kêm in. Wê got, kêmbûna destekê û xizmeta şêwirmendiyê jî dike ku rîska zarok ji dest biçin ji bo jinê bide der.

Li gorî wê yek ji sedemên sereke yên belavbûna şiddetê ya ev qasî jî şerên desthilatdaran bi xwe ye. Weke pêşniyaza çareseriyê jî wê got, “Divê ya esas ew be ku jin bibin xwedî hêzeke rêxistinkirî.”

UTAMARA bi projeyên xwe rengorengo ye

Piştre ji rêveberiya UTAMARA´yê Sevîm Polat û Naile Mentese agahî dan. Yek ji van projeyan “Projeya jin Demokrasiyê bi pêş dixin”, “Dinyaya Jinan”, “Nûjîn”, “Kursên ji bo jinan”, “Festîvala Navneteweyî ya Zarokan”.

Piştre rapor hat xwendin û xebatên UTAMARA yên sala 2019´an hatin nirxandin. Di dema minaqeşeyan de derket holê ku xizmeta bi Erebî ya wergêriyê ya UTAMARA dide jinên Ereb gelekî razî dike. Jinên Ereb wekî din karîn li vir jinên Êzîdî nas bikin û ji pêşhukmên xwe xilas bibin.

Mijareke din a derkete pêş jî tehlûkeya qirkirin û komkujiyên li rojava bi destê dagirkeran bû.