
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roj bi roj tê şidandin. Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzera Ocalan Newroz Ûysal ji ANF’ê re axivî û diyar kir, dewleta Tirk vê bêhiqûqiya 18 salan li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Ûysal işaret bi bêhiqûqiya tecrîda li ser Ocalan kir û diyar kir, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di vê mijarê de bi cidî tevnagere.
Ûysal da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi rengekî rehîne nêzî Rêberê Gelê Kurd dibe û dema dixwaze şer giran bike ya jî li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê şerekî polîtîk bide destpêkirin, tecrîdê dişidîne. Ûysal bibîr xist, ku ji sala 1999’an û vir ve mafê hevdîtin, axaftina bi telefonê û hevdîtina parêzeran tê astengkirin û anî ziman, ev yek ji xwe nîşaneya tecrîdê bû. Ûysal destnîşan kir, ku di vê dema dawî de ew qet agahiyê ji Ocalan nagirin.
Rewşa awarte digin hincet
Ûysal rewşa krîtîk a piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bibîr xist û ragihand, di rewşeke bi vî rengî de jî daxwaza wan a hevdîtinê ji aliyê dewleta Tirk û saziyên navneteweyî ve nehatiye qebûlkirin. Parêzer Ûysal bibîr xist, ku bi ragihandina Rewşa Awarte re biryarek dadgehê hatiye girtin û li gorî vê biryarê destûr ji wan û parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê re nayê dayîn ku biçin Îmraliyê.
Parêzer Ûysal da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 16’ê Tîrmehê diviyabû CPT bi lezgînî biçûya Girtîgeha Îmraliyê, lê belê heta wextekê ev erka xwe bi cih naniye. Ûysal got, “Me bi wan re rû bi rû hevdîtin kir. Her wiha bi qasî mehekê me timî rapor ji wan re şand û hewl dan rewşê vebêjin. Lê belê CPT di nava meha Îlonê de hat serdana Tirkiyeyê. Di vê serdanê de jî girtiyên li ser navê rêxistina Fethûllah Gulen hatin girtin, ziyaret kir.” Ûysal destnîşan kir, ku nuqteya herî krîtîk Girtîgeha Îmraliyê bû, lê belê heyeta CPT neçû Îmraliyê.
Parêzer Newroz Ûysal da xuyakirin, ku dema wan li sedema neçûna Îmraliyê pirsîn, CPT ev bersiv dane wan: “Agahiyên ku rayedarên dewletê dan me, bi têra me dike. Me jî ji bo neçûnê hincetek ji xwe re dît.”
Parêzer Newroz Ûysal diyar kir, pêvajoya çareseriyê ya 2 salan nîşan da, ku Ocalan xwedî roleke çawa ya aktîf e û bibîr xist, şer piştî birîna hevdîtinên bi Ocalan re giran bû.
Ûysal destnîşan kir, ku di nava salekê de şerê li Kurdistanê gihîştiye asta tinekirinê û faşîzm gav bi gav serdest dibe.
Parêzer Ûysal herî dawî diyar kir, yekane rêya rizgariya Tirkiye û Kurdistanê ji pêvajoya şer, rakriina tecrîda li ser Ocalan e.
ELÎF DOGAN / ANF / AMED