EYLEM KAHRAMAN
Va u Hiri; navê komeke muzîkê ya ku sê jinên Kurd Yeşîm Încedursun, Tulay Ozçelîk û Zerya Karabulut damezrandiye. Beriya qederê 8 salan her sê jin di komeke erbaneyê ya bi navê Dengê Xwezayê de hatibûn cem hev û hîna jî endamên wê komê ne jî. Va u Hiri (Ba û sisê) cara yekê di çalakiya 8’ê Adarê de derketin ser dikê. Armanca wan ew e ku muzîka Kurdî bi civakên Ewrûpî bidin nasîn. Her sê jin sê pîşeyên cihê dikin, lê bi hev re jî mûzîkê dikin. Ew dibêjin, “Weke jinên Kurd divê em têkoşîna xwe ji wan (Ewrûpiyan) re bibêjin.”
Sê jin sê rû
Zerya Karabulut a 31 salî li Kolnê hatiye dinê û niha li dibistaneke amadeyî mamoste ye.
Tülay Özçelik bi xwe li gundê Kurmeşê yê ser bi Dersimê hatiye dinê. Wê antronoriya futbolê kiriye, hîna jî futbolvan e, lê bi gotina wê, “ji ber ku pirraniya dema xwe bi kurê xwe yê 14 salî yê di tîma futbolê ya Kolnê de dilîze” derbas dike, bi xwe zêde nikare futbolê bike.
Yeşîm Încedursun a ji Darahênê ya Çewlîkê bi xwe 40 salî ye. Ew li Stenbolê hatiye dinê, malbata wê ya bi Kirmanckî dipeyive koçberî Norwêcê dibe, ew li bajarê Stavanger ê Norwêcê mezin bûye. Piştî ku zanîngeh li Londonê qedand li Bonnê niha rêveberiya şirketeke taybet dike.
Zerya Karabulut li nava malê bi baweriya Elewîtiyê û kilamên bi Kirmanckî mezin bûye û elaqeya wê ya ji bo mûzîkê jî ji wir tê. Maneya mûzîkê di vê peywendê de ji bo wê gelek e: “Dengê baxlemê û awaza wê dibû gotina hemû hestên me.” Ji ber wê jî ew pêşî li komeleyan paşê jî Navenda Çandê ya Anatolê qederê 4 salan perwerde dibe.
Tülay Özçelik jî tîne bîra xwe çawa eskeran bi ser gund de bi rêkûpêk digirt. Ji ber apê wê yê 20 salan di hepsê de mayî gelek zilm li wan hatiye kirin. Vê zilmê kiriye ku malbata wê koçber bibe. Sala 2009’an dest bi xebata bi muzîkjenan re kiriye. Dersên deng û solfejê dibîne. Beşdarî pêşbirka muzîkê ya TEV-ÇAND’ê jî dibe. Ji hingê ve jî di koroya firehkirî ya TEV-ÇAND’ê de carinan vokalîst û carinan jî weke solîst cihê xwe digire.
Bavê wê û Ciwan Haco ew teşwîq kirine
Li ser pêkhatina komê em bi Yeşîm Încedursun re peyivîn. Ew li nava malbateke gelekî siyasî ya Kurd mezin dibe. Bavê wê li Tirkiyeyê sporvanekî navdar bûye; di boksê de yekemînê Tirkiyeyê ye. Lê dewleta Tirk vê yekemeniya wî ji ber hizra wî ya siyasî betal dike, ji dest wî digire. ji ber wê di nava malê de elaqeya ji bo çand, huner û sporê zêde bûye. Di zaroktiya xwe de li Stenbolê ew li rîngên sporê li bavê xwe yê boksor temaşe dike. Gava 1985’an koçberî Norwêcê dibin jî, vê dewam dike. Li Stavangerê gava ew 10 salî ye, bavê wê jê dixwaze li ser dikê stranekê bibêje û ji hingê ve mûzîk jî ketiye nava heyata wê. Bavê wê xwestiye ew fêrî lêxistina tembûrê jî bibe, lê elaqeya wê bi xwe spor e. Wê serketî karete dikir. Lê ew ji muzîkê jî xwe nahêle; nexasim jî bi tesîra Ciwan Haco ku ew bi xwe jî wî nas dike. Wê bi Ciwan Haco re malbatî stran gotine; provayên xwe jî wiha kirine. Perwerdeya wê li komeleyan weke xebata koro û govendê bûye. Ji ber ku di şanoyeke muzîkal de rola keçeke koçber dike, demeke kurt dersên şan û deng jî dibîne.
Gelo em çi qasî azad in?
Ew dibêje, ji ber ku her sê jin jî endamê Dengê Xwezayê bûn, wan hev nas kiriye û wan navê koma xwe jî kiriye Va u Hiri (Ba û sisê/Sêba). Sedem jî ew ku wan bi pirranî bi kirmanckî stran gotine.
Ew qîmet didin gotina stranan li festîvalên muzîkê yên navneteweyî. Yeşîm ji bo vê dibêje: “Ne tenê ji bo miletê Kurd, ji bo gelên Ewrûpayê jî em derdikevin ser dikê.”
Yeşîm li ser hisa azadiyê ya hunermendên mişext jî dibêje, “Hunermend û muzîkjenên derveyî welêt dibe ku xwe azad hîs bikin, lê divê mirov li vê bipirse, ka gelo ev bi rastî jî wisa ye yan na. Heta deverekê mirov azad e, lê li vir jî di nav civakên cihê de jî mirov nikare stranên dixwze yên siyasî bibêje yan jî rexneyên dixwaze bike, nikare bike. Hingê jî mirov di vê mijarê de nikare behsa azadiyê bike.”
[caption id="attachment_242119" align="alignnone" width="240"]

Zerya Karabulut[/caption]
[caption id="attachment_242120" align="alignnone" width="225"]

Tülay Özçelik[/caption]
[caption id="attachment_242121" align="alignnone" width="300"]

Yeşim İncedursun[/caption]