Vaksîna li dijî Covid-19’ê kengî hazir dibe
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) rêveberê Înstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşiyên Vegir, beriya demeke kurt dabû zanîn ku bipêşxistina vaksîneke bikêr wê 12 ta 18 mehan dewam bike da ku bi giştî karibe bê bikaranîn. Lê di rastiyê de diviyabû sal di ser re derbas bibe, ji bo karibe bi giştî bê bikaranîn.
Pispor dibêjin, tenê bi zext û lezeke zêde mezin û lihevkirina rayedarên dezgehên kontrolê yên dewletê û zanyar li hev bikin, ev qasî bi lez vaksîn dikare bê amadekirin. Lê heger hin kes li bendê bin vaksînek (derziyeke pêşîgir) li dijî vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ji vê jî zûtir bê hazir kirin, li gorî pisporên meseleyê, ev xeyalek e.
60 labaratuwar li ser vaksînan dixebitin
Halê hazir li seranserê dinyayê 60 karên çêkirina vaksînê hene ku di wan de vaksîn tên testkirin û ceribandin. Çend ji wan jî ketine qonaxa pêşî ya testên klînîk ên li ser mirovên hazir in ev vaksîn li ser wan bên ceribandin.
Hin ji van vaksînan dixwazin bikin ku bedena mirov bersiveke bi Covid-19’ê dikare, bidin nexweşiyê. Ew vê, bi vîruseke lawaz yan jî mirî ya SARS-CoV-2 yan jî parçeyên wê dikin. Ev rêya konvensiyonel a çêkirina vaksînan e. Lê ev rêbaz gelekî zehmet e, ji ber ku ji bo vê zanyar divê karibin li labaratuwarê vîrusê îzole û zêde bikin.
Vaksînên ne konvansiyonel
Pêvajoya destpêkê ya amadekirina vaksînekê bi vî awayê 3 ta 6 mehan dikare dewam bike. Ji ber wê jî vê carê rêbazên ne konvensyonel jî ji bo lezê hatin ceribandin. Weke nimûne li DYE’yê vaksîna pêşî ya kete qonaxa ceribandinên klînîkê molekula genetîk RNA weke esas bi kar tîne. Zanyar RNA’yê li labaratuwarê çêdikin, li şûna ku SARS-CoV-2 bidin nav bedena nexweşan. Hesab ew e ku ev vaksîn bike şaneyên bedena mirovan bêhtir ji wan proteînan hilberînin ku li ser vîrusê jî hene û bi vî awayî sîstema parastinê ya mirovan li dijî vîrusa korona xurt bikin. Hin komên din jî materyalên genetîk ên nêzîk, hem RNA û hem jî DNA bi kar tînin, da ku di destpêka pêketinê de destwerde pêvajoya hilberîna proteînan. Lê ev vaksîn bi mesele ne, ji ber ku em ê nikaribin piştrast bin ka ew ê bi kêr bên yan na. Heta îro hê ti vaksîna ji genetîka vîrusê bi xwe fermî ti carî nehatiye erêkirin.
Ne ji bo vê ji bo şewba bê
Ceribandina vaksînan jî mesele ye. Ji ber ku vaksînan didin mirovên bi nexweşiyê neketine. Bi ser halan de vaksîn divê ji bo hemû beşên mirovan (temên, jin, mêr) bi kêr bê. Ceribandinên pêşî wê bi komên kêmtir ji 100 kesî muhtemelen bê ceribandin. Lê axir, mirov dikare bibêje, ji ber zexta zêde ya heyî wê mirov vê carê vaksînekê ji caran bi leztir bi pêş bixin. Zanyar wekî din dibêjin, dîsa jî ev vaksîn wê ji bo şewba bê ya Covid-19’ê bi kar bê, ne ji bo vê pêla wê. NAVENDA NÛÇEYAN