Lê belê nexasim jî ji bo bipêşxistina robotên li fezayê ji bo lêkolînan bi kêr werin, vebêrhênanên NASA’yê yan jî yên ku ew destekê dide wan gelek in. Dawiya sala bihurî NASA’yê robotekî humanoîd (dişibe mirovan) ê bi navê Valkyrie da nasîn ku armanca wê ew e ku vî robotî ji bo lêkolînan bişîne Marsê.
Li gorî NASA’yê ev robot dikare ji bo wezîfeyên astronotan ên siberojê bi roleke dîyarker û kilît rabe. Robot jixwe bi wî rengî hatiye dizaynkirin ku li gorî şert û mercên dijwar ên sererda Marsê bikêrhatî be û yekser bê navbeynkar karibe alîkariyê bike bi astronotan re.
Ji bo ku nîşan bide, ew dikare bi kêrî vî karî were, hereketên wî hatin teskirin û pêşandan. Ew divê karibe li ser erdê têr lat û kevir bimeşe. Divê dengeya xwe ji dest nede û rahêje barê giran. Halê hazir dengeya vî robotê bi navê Valkyrie ji ya pirraniya mirovan xurttir e. Armanc jî ew e ku serê pêşî bi karê alîkariya lezgîn û rizgarkirina ji rewşên hewarê rabe. Li zanîngehên MIT û Northeastern University NASA’yê proje daye zanyaran ku vî robotî bêhtir bi pêş ve bibin.
WASHINGTON