Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, polîtîkaya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP´ê vala derxist. Li hemberî raya giştî ya Tirkiyê got; “PKK´e ne rêxistinek terorîst e”. Tahîr Elçî hiquqnas bû û serokê saziya hiquqnasan bû. Lewma bi van gotinan hiquq û qanunên Tirkiyê, hiyerarşiya li gorî vî hiquqî hatiye sazkirin red kirin; li aliyê din polîtîkaya dewlet û desthilatdariya AKP´ê, yekparêziya Erdogan jî vala derxistin.
Berdêla van gotinan bû canê wî.
Kuştina Tahîr Elçî, wek berê bi destê kontrayan pêkhat. Kontra bingeha sîstema dewşirmetiya Osmanî ye. Meşrûkirina sîstemê, dagirkirin e; kuştina bav, bira û xizman e. Dewleta kontra jî, bi Îttihadiyan dest pê dike. Çavkaniya wê jî, nîjadperestiya faşîzan e.
Di vê sîstemê de kes û desthilatdarî diguherin, reng diguhere, lê pratîk na guhere.
Divê berî her kesî Kurd vê sîstemê nas bikin. Sîsîtema ku bûye çavkaniya faşîzma Hitler, îro bi pêşengiya Erdogan û hişmendiya Neo-Osmanî, bi hemû hêza xwe û tevahiya rengên xwe êrîşî Kurdan dike. Di tevahiya dîroka têkoşîna Kurdan de, pratîka sîstema faşîzan reng guhertiya, lê kiryar ne guhertine. Parçe dike, êrîş dike, wêran dike, dikuje, talan dike, piştre bêbextiyan dike.
Bi avakirina Komara Tirkiyê re, her sazî û dezgehên Osmanî, yan têk çûn, yan jî hatin guhertin. Tenê sazî ne hate guhertin; ocaxa dewşirmetiyê Yenîçerî, artêş, yanî zihniyeta Sêva Sor (Kizil Elma)!…
Serfermandarê Ocaxa Yenîçeriyan Fevzî Çakmak, ji Stenbolê hat û li ser textê Serfermandariya Artêşa Komara Tirkiyê rûnişt. Tenê nav hate guhertin.
Vandalên Yenîçerî, bûne Artêşa Tirk. Vandalên Yenîçerî, zarokên dagirkerî û talangeriyê bûn. Ne zarokên gel bûn. Sîstema perwerdeya Osmanî, zarok ji mêjiyê wan dixesandin. Zarokên ji mêjî dihatin xesandin, dibûne “ebdên xanedaniyê”. Îro, li dibistan û qijleyên Artêşa Tirk, heman xesandin heye. Xala yekemîn, zarokên malbatên bijarte û neqandî, yan jî zarokên sêwî, bê kes digirin… Di desthilatdariya AKP´ê de duyemîn ocax "Îmam Hatîb in”, sêyemîn “ocaxa polîsan”, çaremîn jî “ocaxa medya” ye.
Ev dorpêçan, ji bo berxikên hinekirî jî, slogana “her bijî welat” peyda kirine. Ev rêbaza vandaliya “Sêva Sor e” ku îro jî li Bakurê Kurdistanê vandalîzmê pêşdixin… Faşîzmê yanî!...
Di desthilatdariya AKP´ê de “ebdên dewletê”, bûne “ebdê qesrê”… Kontrayên girêdayî Qesrê teva sêwî ne, sergerdeyên kolanan e û li Kurdistanê bi navên Esedullah û Ocaxên Osmanî Kurdan dikujin. Gelek caran tekbîran tînin. Xwedayê qesrê jî Tayyip Erdogan e. Slogana “her bijî padîşahê min” a berê îro bi stran û nivîsên cûda, veguheriya slogana “her bijî Tayyip Erdogan”.
Yanî, “turbulansa dewşirmetiya herêmê” û kaos… Ev siyaset, hevkariya çeteyên DAIŞ´ê û selefî ye. Komkujiyên li Amed, Pirsus, Enqere, navçeyên Bakur û êrîşa li dijî Tahîr Elçî, xelekên yek zincîrê ne.
Neo Osmaniya bi pêşengiya Tayyip Erdogan, aliyekî wê pan-îslamîst e, aliyek jî pan-turkîst e. Mirov dikare wek pan-turanîst jî bi nav bike. Hinterlanda Erdogan û Davutoglu, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Bazara Încirlikê, Kurdên Bakur û Tevgera Azadiya Kurd, tevlî vê hinterlandê kirin. Erdoganê ku got, "Koban wê bikevê", her weha got ku "Emê biçin Baxdayê limêj bikin." Erdogan îro jî dibêje “Heta yek kes bimîne emê şer bikin”. Yanî ewê Kurdan tune bikin.
Ewropa û Emerîka jî dibêjin “Tirkiyê bûye otobana çeteyan” lê belê li hemberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê helwesta sê meymunan nîşan didin. Di kuştina Tahîr Elçî de gotin “Em şoq bûn”, lê bedeng man. Piştî komkujiya li Parîsê, bexreşê Serokwezîrê Fransa, ji xemsariya şehîd kirina 3 jinên Kurd şerm nekir, ji pêşwazî kirina PYD/PYJ´ê li Qesra Êlysêe şerm nekir, Kurd jî wek potansiyala tirsê binav kirin.
Li hemberî vê siyaseta vandalîzm li Tirkiyê, li hemberî siyaseta duopolîst ya Ewropa, yek rê li ber gelê Kurd dimîne; BERXWEDAN. Siyaseta cîhanê bûye canbaziya li ser şelîtan. Serokê Rusya Putîn, serokê Emerîka Obama, rayedarên Yekîtiya Ewropa tevahî dibêjin, “Tixubên Tirkiyê bûye otobana çeteyan, bûye hêlîna cîhadîstan” lê li hemberî komkujiyan dengê xwe dernaxin.
Cîhan bi TIR´ên MIT´ê, saziyên xeyrî ku dibin sîwana AKP´ê de, desteka çek û lojîstîk didine çeteyan agahdar bûye. Cîhan agahdar e ku DAIŞ, El Nusra û Ahrar Eş Şam, Tugaya Sultan Murad bi hevkariya Riyad-Doha-Enqere û bi îcazeta Emerîka hatin avakirin. Piştre teva dibin ala Artêşa Fetîh de kom kirin. Dîse jî bextreşiyan dikin.
Li hemberî van “ebd”ên Ehriman ku mirinê dibarînin, tenê hêza Kurd şerekî dilsozî kir, dike û ew şikandin. Li Tirkiyê jî Kurd, li hemberî vandalîzma Neo-Osmanî şer dikin û hiquq, kanun û hiyerarşiya inkar û tunekirinê red dikin. Yanî faşîzmê red dikin. Gelên Ewropa jî li dijî faşîzma Hitler xendek kolan û barîkat danîn. Îro Kurd jî li bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma dewleta kontra xendekan dikole, barîkatan dideyne. Têkoşîna gelê Kurd meşrû ye, lê faşîzm di dîrokê de mahkum bûye û meşrû nabe.
Divê pêşî Kurd, piştre cîhan, li hemberî faşîzma sedsalê bêdeng nemînin.