Variyantên kêmdîtî tesîrê li şîzofreniyê dikin
Pirraniya lêkolînên li ser genetîka şîzofreniyê hewl dan ku fêm bikin ka dewra genan di bipêşketin û ji nifşên beriya girtina nexweşiyê de çi ye. Gelek parçeyên kêm di lêkolînên beriya niha de mabûn, niha li Dibistana Bilind a Tibê ya UNC, zanyaran lêkolîna herî berfireh a rêza genoman ji bo jihevderxistina sirrên genetîk ên nexweşiyê bi rê ve bir. Ji Beşa Genetîkê ya UNC’ê Jin Szatkiewicz, wisa hizr dike ku variyantên strukturel ên genetîk dikarin dewreke diyarker di şîzofreniyê de bikin: "Encamên me nîşan didin ku varyantên (genetîk ên) gelekî kêm tên dîtin ên strukturel ên ku tesîrê dikin li sînorên strukturên genoman ên diyar, rîska şizofrenbûnê zêde dikin. Guhertina di van sînoran de dikare xweîfadekirina genan xira bike, û em difikirin ku lêkolînên mekanîk ên siberojê karibin tesîrên fonksiyonel ên van variyantan li ser biyolojiyê diyar û kişf bikin."
Ev lêkolîn bi xwe, hevkariyeke navneteweyî ya di navbera lêkolînerên UNC-Chapel Hill, Zanîngeha Lund, Zanîngeha Teknolojiyê ya Chalmersê, Înstîtuya Karolinska, û ya Zanîngeha Uppsalayê de bû. NAVENDA NÛÇEYAN