Yek ji komkujiyên di dîroka nêz ên li Bakurê Kurdistanê jî li gundê Vartînîsê yê ser bi navçeya Mûşê Têliyê qewimî; di 2’yê Cotmeha 1993’yan de çaekdarên dewleta Tirk ev komkujî pêk anîbû û ev komkujî wekî “Komkujiya Vartînîsê” hatibû bi nav kirin. Çar derhêner li ser vê mijarê li hev hêwirîn û bi hev şêwirîn ji bo vê komkujiyê weke belgefîlmekê bi belge bikin, dîmenan û belgeyên mayî berhev bikin. Di vê çarçoveyê de ew bi şahidên kumkjiyê re peyivîn, dîmen, wêne û belgeyên pêvajoya doza dadgeriyê şopandin.

Ji çar derhîneran yek jê Celîl Badîkanli ye û wî berê bi dengbêjan re belgefîlm çêkiriye. Ew piştre biryarê dide ku divê belgefîlmên der barê binpêkirina mafên mirovan de jî bên çêkirin, bi taybetî li ser bûyerên salên 90’î disekine û hewl dide van bûyeran weke belgefîlm bi belge bike û ji siberojê re van belgeyan muhafeze bike.


Hevrûbûna dîrokî

Badîkanli piştrast dike ku divê teqez ev komkujî bên belgekirin û divê bi dîrokê re hevrûbûnek bê çêkirin û ev tişt got: “Tişta ku em dixwazin bikin, divê tiştên li wir jiyan em belge bikin. Dê mirov temaşe bikin û nekin em wê nizanin lê tişta girîng divê ew zilma li wir qewimiye, bê belgekirin ev girîng e.”


Çahidên komkujiyê dipeyivin

Badîkanli da zanîn ku wan di beşeke zêde ya belgefîlmê de guhê xwe daye welatiya jin a bi navê Aysel Ogut û bi bîr xist ku Ogut bi xwe jî şahida kumkujiyê ye.

Badîkanli eşkere kir ku Aysel Ogut di komkujiyê de hemû xwişk û birayên xwe, bav û diya xwe ji dest daye, ji ber dewamkirina dozê bi hêvî ye  û wiha pê de çû: “Difikire ku teqez li hemberî vê zilmê wê tiştek bê kirin. A rast bi vê hêviya xwe jî mafdar e. Ji ber ku kesên kumkujî pêk anîne diyar in.”


Komkujî dewam dike

Badîkanli got, dema ku ew dipirsin ka sala 1993’yan li Vartînîsê çi qewimiye, bersiva welatiyan weha ye “Stûyê zilmê bişikê, hê jî Vartînîs dewam dike” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatî diyar dikin ku îro jî hîna heman bûyer dewam dike. Welatiyên li Vartînîsê, bi fikar û tirs li bûyerên li Farqîn, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê dinihêrin.” 


  DÎHA / IZMÎR