Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê Lîseya Cizîrê kom bûn. Dayîkan wêneyên kesên ku di salên 1990'an de hatin windakirin û bê pirs û îfadeyê hatine kuştin hilgirtin. Tevî malbat û xizmên windayan, rêveberên BDP'ê yê Cizîrê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Ayşe Uykur, anî ziman ku endamên JîTEM'ê û Sercerdevan Kamil Atak û birayê wî Kokel Atak hevserê wê revandin û li ser kolana Nisêbînê ya Cizîrê li ber çavê her kesî dan ber guleyan û qetil kirin. Ayşe Uykur got: "Bi dehan caran Kamîl Atak gef li wî xwarin. Ew bê guneh û bêsûc bû. Emê heta dawiyê ji bo edaletê têbikoşin û vê dozê bişopînin. Em dixwazin ji kûjeran hesab were pirsîn.
Endamên Dayîkên Şemîyê, piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê lidarxistin.
DÎHA/ŞIRNEX